1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Dîlokê şer: Navbeynkar hate kuştin

Li Dîlokê şer: Navbeynkar hate kuştin

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê du malbat pev çûn. Di encama şer de kesekî ku hewl dida rê li ber pevçûnê bigire, bi kêrê hat kuştin.

Şeva borî li taxa Yeşîlkentê ya navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê di navbera 2 malbatên xizmên hev de şer derket.

Cîranê her du malbatan Kerîm Şenturkê ku dema hewl dida rê li ber pevçûnê bigire û wan ji hev veqetîne, bi kêrê hat  birîndarkirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan Şenturk bir Nexweşxaneya Abdulkadîr Yuksel a Dewletê ya Şahînbeyê.

Kerîm Şenturk tevî hemû hewldanan jî nehate rizgarkirin û di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.

Xizmên Kerîm Şenturk û her du malbatên ku şer kir, piştî bûyerê çûn nexweşxaneyê û di navbera wan û tîmên tenduristiyê de alozî derket.

Li nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê hatin wergirtin û nexweşxaneyê ji ber aloziyê nekarî 3 saetan xizmeta tenduristiyê bide welatiyan.

Hat ragihandin ku kesê bi navê Îrfan P. yê ku di şer de bi kêrê bûye sedema mirina Kerîm Şenturk û birayê wî Selçuk P. hatine desteserkirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Dîlokê şer: Navbeynkar hate kuştin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *