Li bajarê Efrînê yê Bakûrê Suriyê ku niha di kontrola Tirkiyê û komên girêdayê wê de ye, hat ragihandin ku teqînek çêbûye û 4 kes birîndar bûne.
Li gor nûçeya Rûdawê, motorsîkleteke bombe barkirî, li ser cadeya Raco ya bajarê Efrînê hatiye teqandin.
Hat diyarkirin ku di encama teqînê de 4 kes birîndar bûne ku yek ji wan zarok e.
Hat hînbûn ku piştî teqînê hêzên Tirkiyeyê hin deverên Bakûrê Sûriyê bombebaran kiriye.
Heta niha tu aliyekî berpisyariya teqînê li ser xwe negirtiye.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver