1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Enqereyê ji ber dermanê kêzikê 2 kes mirin

Li Enqereyê ji ber dermanê kêzikê 2 kes mirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Keçîoren ya Enqereyê ji ber dermanê kêzikan 2 kesan jiyana xwe ji dest da û yek jê giran 5 kes jî birîndar bûn.

Walîtiya Enqereyê ragihandiye ku serê sibehê di saet 07.33’yan da li navçeya Keçîorenê malbatekê ji ber zikêş, serêş û dilhevketin û vereşînê gazî ekîbên tenduristiyê kiriye.

Piştî demedekê ekîbên ewlekarî, tunduristî û hewarçûnê xwe gihandine cihê bûyerî. Bi ser lêkolînê derketiye holê ku, endamên malbatê jehrî bûne û ji wan du kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Piştî bûyerê li der û dora avahiyê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin hildan û Serdozgeriya Komarê jî dest bi lêpirsînê kir.

Waliyê Enqereyê Vasip Şahîn jî piştî merasima dayîna karnameyan ya li Dibistana Seretayî ya Turana Nû derbarê bûyerê de daxuyanî da çapemeniyê.

Walî Şahîn, wiha got: “Li avahiyeke li Keçîorenê gorî nirxandinên ewil ji ber dermanê kêzikê jehrîbûn çêbûye û ji min ra agahî wisa hatin. Mixabin du welatiyên me wefat kirine û 1 jê giran 5 welatiyên me jî hildan bin tedawiyê. Înşallah ew ê bi saxî û silametî bi ser xwe da bên.”

Şahîn destnîşan kir ku xebatên li ciyê bûyerê dewam dike û wiha domand: “Sedema teqez piştî xebatan wê derkeve holê.” (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Enqereyê ji ber dermanê kêzikê 2 kes mirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *