Li Fransayê di avahiyekê de şewat derket 10 kes mirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarê Lyonê yê Fransayê di avahiyekê de şewat derket û di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyan, rayedarên bajarê Lyonê ragihandine ku bûyera şewatê piştî saet di 03:00’an de li herema Vaulx-en-Velin rûdaye.

Hat ragihandin agir ji qata binî ya avahiyê dest pê kiriye û ber bi jor ve belav bûye.

Li gor zanyariyan di bûyerê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 5 ji wan zarok in û herwiha 14 kes jî birîndar bûne.

Sedema şewatê hîn ne diyar e, lê lêkolîn derbarê bûyerê de dest pê kiriye. Du kesên agirkuj di dema hewldana bo vemirandin û kontrolkirina agir de bi sivikî birîndar bûne.

Herwiha hat eşkerekirin ku ji bo kontrolkirina şewatê, 170 agirkuj bo cihê bûyerê hatibûn veguhestin. (K24)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Fransayê di avahiyekê de şewat derket 10 kes mirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *