Li hemberî operasyona Tirkiyeyê ya bo Bakurê Sûriyeyê bertekên navnetewî

featured
Wêne: MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagonê), Parlamentoya Ewropa, Fransa, Rusya û Almanyayê û Rûsyayê bertek nîşanê operasyonên Tirkiyeyê yên dersînor dan û bang li Tirkiyeyê kirin ku gavên zêde neavêje.

Amerîka, Fransa, Rûsya, Almanya û Parlamentoya Ewropayê, têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya di 20’ê Mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe daye destpêkirin, daxuyanî dan. 

Pentagonê di daxuyaniya ku nivîskî da de wiha got: “Wezareta Parastinê li dijî hemû çalakiyên leşkerî ku rewşa Sûriyeyê bêîstîkrar dike û bi hikumeta Iraqê re nehatiye koordînekirin derdikeve. Ev çalakiyên wiha gefan li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tê dayîn dixwe.”

 Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku rageşiya li Sûriyeyê kêm bike. Em li dijî çalakiyên leşkerî yên serweriya Iraqê binpê dikin û bi wê re nehatine koordînekirin derdikevin.”

 Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherîna Colonna jî bertek nîşanê operasyonê da û wiha axivî: “Ne cara ewil e ku Tirkiye êrişî dewleteke din dike. Her carê em fikarên xwe tînin ziman û banga hestiyariyê dikin. Em fikarên Tirkiyeyê fêm dikin lê wiha nayên çareserkirin.”

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Serokê Dewleta Rûsyayê Alexander Lavrentyev jî bilêv kir ku Dewleta Tirk beriya êrişê tu agahî nedane wan û wiha got: “Em bang dikin ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bikin û Tirkiye gavên zêde neavêje.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Almanyayê Chrîstopher Burger jî wiha axivî: “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku rêzê ji hiqûqa navnetewî re bigire. Ev yek bi taybetî parastina sivîlan digire nava xwe. Û piştî êrişên Tirkiyeyê windahiyên sivîlan gelek bifikar in.”

Seroka Parlamentoya Ewropayê (PE) Roberta Metsola ku di vekirina civîna Lijneya Giştî ya PE’yê ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê hate lidarxistin de axivî, diyar kir ku êrişên Dewleta Tirk dibin sedemê xwîn rijandinê û wiha bang kir: “Em bang li meqamên Tirk dikin ku gaveke zêde neavêjin û rêzê ji hiqûqa navnetewî re bigirin.” (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li hemberî operasyona Tirkiyeyê ya bo Bakurê Sûriyeyê bertekên navnetewî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *