Li Wanê, bi îdîaya ku “Qaçaxçîtiya penaberan kirine” 6 kes hatin girtin.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Ewlekariya Wanê hatine wergirtin, di çend operasyonan de 24 bersûç, bi hinceta “Qaçaxçîtiya penaberan” hatine desteserkirin.
Hat ragihandin ku piştî karûbarên fermî yên li midûriyeta ewlekariyê, bersûç ji dadgehê re hatin veguhestin.
Di encama darizandinê de ji 24 kesan, 18 kes serbest hatin berdan û 6 kes jî hatin girtin.
Herwiha dadgehê dest danî ser 5 otomobîlên ku bo qaçaxçîtiyê dihatin bikaranîn.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver