Wezareta Parastinê ragihandiye ku li Herêma Kurdistana Federal di dema êrîşeke PKK’ê de jiyana xwe ji dest daye.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku PKK’ê li herêma Zap-Avaşînê li hemberî leşkerên wan çalakiyek li dar xistiye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di çalakiyê de leşkerê bi navê Alî Demîr bi giranî birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.
Wezaretê di berdewamiyê de daye zanîn, Demîr li neşweşxaneyê tevî hemû mudaxaleyan jî nehatiye rizgarkirin û jiyana xwe ji dest daye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev demeke Artêşa Tirkiyeyê di nava sînorên Herêma Kurdistanê de li hemberî PKK’ê bi navê “Pençe Kilît” operasyonan li dar dixe.
Serhat News