1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Herêma Kurdistanê metirsiya mayînan

Li Herêma Kurdistanê metirsiya mayînan

featured
ARŞIV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ajansa Pûçkirina Mayînan a Herêma Kurdistanê eşkere kir ku hejmara qurbaniyên teqîna mayîn û bombeyan li herêmê, ji 13 hezar kesî derbas bûye.

Li gor daneyên Ajansa Pûçkirina Mayînan, li Herêma Kurdistanê 314 milyon metro çargoşe hîn jî mayîn û teqemenî lê hene.

Ajansê di daxuyaniya xwe de ragihand, 13 hezar û 500 welatî ji ber teqîna mayînan li herêmê canê xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku lêçûyîna rakirina hemû mayînan pir zêde ye û lewra hikûmeta herêmê bi tenê serê xwe nikare wê yekê bike.

Ajansê di vê çarçoveyê de bang li welatiyan kir û xwest ji bo ewlehiya xwe nêzî herêmên ku tê zanîn mayin lê hene, nebin.

Iraq di nav wan welatan de ye ku herî zêde mayîn û bermahiyên din ên teqemenî li seranserê axa wê hatine danîn û her sal bi dehan sivîl tên kuştin û birîndar dibin.

Piraniya van mayînan di sala 1980’an de di dema şerê 8 salî yê Îran û Iraqê de ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatine çandin û bi taybetî li navçeyên sînorî ji bo astengkirina pêşketina hêzên Îranê hatibûn bicihkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Herêma Kurdistanê metirsiya mayînan
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *