Kolberê Kurd ê bi navê Rêbwar Raşîdî, ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye qetilkirin.
Li gor agahiyên ji Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê hatine wergirtin, li bajarê Banê yê Îranê kolberekî Kurd ê bi navê Rêbwar Reşîdî ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye qetilkirin.
Hat hînbûn ku Reşîdî yê 30 salî ji gundê Qulyawa ya bi ser Banêyê û du zarokên wî hene.
Hêjayî gotinê ye, welatiyên ku di navbera Herema Kurdistan û Îranê de ji neçariyê kolberiyê dikin, gelek caran dibin armanca êrîşê hêzên Îranê û tên qetilkirin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver