Li Colemêrgê digel barîna berfê welatiyên ku kincên gelerî li xwe kirine, berbi qada Newrozê ya li kontara Çiyayê Sumbulê ve diherikin.
Cejna Newrozê li kêleka Çiyayê Sumbul a Colemêrgê bi diruşmeya “Dem dema serkeftinê ye” dest pê kir. Jin û zilamên Colemergî bi kincên gelerî tevli pîrozbahiyê bûn û di bin barîna berfê de govend gerandin.
Qada Newrozê bi alên Partiya Demokratik a Gelan (HDP) hatine xemilandin û pankartên,“Em jin in ciwan in karker in” û “Em xwe diparêzin” hatin daliqandin. Welatî piştî lêgerîna polîsan derbasî nava qada Newrozê bûn û bi avayekî co Newrozê pîroz dikin.
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver