1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Mêrdînê Kurdîxane Akademî vebû

Li Mêrdînê Kurdîxane Akademî vebû

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li mêrdinê Cîwanên ku ji beşa Ziman û Wêjeya Kurdî destûryar standî Kurdîxane Akademî vekirin.

20ê cotmehê roja yekşemiyê ji aliyê mamostên zimanê kurdî bi navê Kurdîxane Akademî bi beşderbûna gel û sazî û komelên kurdan ve hate vekirin. Kurdîxane Akademî wekî cafeya cihê pîrtûk û cafe dê xizmetê bide. Berpirsên Kurdixane Akademiyê wiha armanca xwe got; “Ew ji bo zimanê Kurdî wargeheke nû, hêlînek nû vedikin. Em hêvidarin ku Kurdîxane Akademî bibe wargeha pîrtûkên kurdî û cihê perwerdeya zimanê me.”

Ciwanên ku ji beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê mezûn bûn, hatin cem hev û di bin navê Kurdixan de dibistaneke zimanê Kurdî li ser onlîne vekirin. Kurdên ku li her dera cîhanê belavbûyî dikarin ji vê xizmet û karê hêjayî sudê bigirin. Kesên ku nikarin ji ber sedemên kar û xebatên xwe beşdarî perwerda zimanê Kurdî bibin dikarin dersa ji Kurdîxanê li ser onlinê bigirin.Armanca van ciwanan ew e ku bibin mêvanê mala her kurdekî Li Kurdixanê dersên wêjeya kurdî, rêziman, edebiyata kurdî û dersên folklorî bên dayîn. Ji bo Kurdên li diyasporayê û her çar perçeyên Kurdistanê bibin mala perwerdeya zimanê Kurdî. Wargeha pîrtûkên kurdî û mala niviskarên Kurdî. Berpisyarên Kurdîxane Akademî wiha domand;”Armanca me ew e ku em xizmeta zimanê xwe bikin. Pêşî li bişavtina ziman û çanda Kurdî bigirin û pêşêngiyê ji bo pêşketina zimanê xwe bikin. Jiyan bi kurdî xweş e”

Berpiyarê kurdîxane Akademiyê Mehmet Yusuf Demircan wiha ji me re axafit :
Kurdîxane Akdemî
Ji hêla mamosteyên kurdî yên nehatine tayîn kirin. Hatiye damezirandin.
Armanca Kurdîxane Akademî ew e ku bibe yek ji navendeke dersên kurdî.
Li Kurdîxane Akademîyê digel dersên rûbirû dersên onlîne heye.

Ji bo bişaftina zimanê kurdî polên zarokan yên onlîne jî heye. Ku li gorî temenê zarokan û asta wan ew ê pol bê vekirin.
Ji bo ew mirovên ku kurdî dizanin biaxivin lê nizanin bixwînin û binivîsin ew ê dersên xwendin û nivîsandinê bê dayîn. Û Digel Kurdî ew ê bi rêya kurdî dersên zimanê biyanî ew ê bê dayîn. Wekî Îngilîzî – Almanî – Fransî – Îspanyolî – Erebî – Farisî – Suryanî jî bê dayîn.Tomarên dersan li Kurdîxane Akademîyê di demek nêz da ew ê dest pê bike.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Mêrdînê Kurdîxane Akademî vebû
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *