Li navçeya Panosê ya Agiriyê zarokek di gola bendavê de xeniqî.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, zarokê 14 salî yê bi navê Mustafa Ozer şevêdin, li navçeya Panosê bo avjeniyê ket gola Bendava Panosê û di avê de xeniqî.
Piştî agahdarkirinê tîmên hewarçûyînê hatin cihê bûyerê cenazeyê Ozer ji avê derxistin.
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpê kirin.
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver