Li Colemêrg, Mêrdîn û Sêrtê, hemû çalakî bo 15 rojan hatin qedexekirin.
Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 13’ê Sibatê heta 27’ê Sibatê bo 15 rojan hemû çalakî, meş, grevên birçîbûnê, vedana kon û standan û çalakiyên din hatine qedexekirin.
Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn. Qedexeya çalakiyan a li Colemêrg û navçeyên wê, ji sala 2016an û heta niha berdewam e.
Walîtiya Mêrdînê jî bi heman şiklî daxuyand ku li bajêr bo 15 rojan hemû cure çalakî hatine qedexekirin.
Li gor daxuyaniyê ji 13’ê Sibatê, saet 00:01’an heta 27’ê Sibatê saet 24:00’an hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, daxuyaniya rojnamevaniyê, civîn, greva birçîbûne, belavkirina belavokan û vedana konan hatine qedexekirin.
Li Sêrtê jî walîtiyê bi heman armancê daxuyaniyek belav kiriye û hatiye gotin ku bo 15 rojan li bajar hemû cure çalakî hatine qedexekirin.
Li Sêrtê hemû awayên meş, civîn, çalakî û xwepêşandan bi hinceta “ewlehiya giştî” ji14’ê Sibatê saet 00:01’an heta 28’ê Sibatê saet 23:59’an bo 15 rojan hatin qedexekirin. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)