Li bajarên Serhedê yên Erzirom, Erdexan û Agiriyê rêya 941 tax û gundan ji ber berfê hatine girtin.
Li Erziromê ji ber barîna berfê rêya 665 taxan hat girtin. Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin xebatên vekirina rêyên girtî didomînin.
Her wisa li Erdexanê jî ji ber barîna berfê ya bi şev dewam kir û li hin cihan vegeriya bagerê, rêya 32 gundan hat girtin. Ekîbên Rêveberiya Taybet a Bajar û Navçeyê ji bo vekirina rêyan xebat dan destpêkirin.
Her wiha li Agiriyê jî ji ber berf û bagerê di veguhestinê da astengî çêdibin. Ekîbên Rêveberiya Taybet a Bajêr xebatên vekirina rêyên girtî yên 244 gundan didomînin. (AA)
Serhat News
(lg)