Li Stenbolê operasyon: 17 siyasetmedar hatin desteserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Stenbolê di encama serdagirtinên malan de hejmarek zêde rêveber û endamên rêxistina ciwanan ên HDK, HDP û Partiya Çepên Kesk (YSP) jî di nav de 17 kes hatine desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê hin endam û rêvebirên HDK, HDP û Partiya Çepên Kesk (YSP) lêpirsînek daye destpêkirin.

Li gor agahiyan, di encama lêpirsînê de îro li navçeyên Başakşehîr, Esenyurt, Arnavutkoy û Kuçukçekmece yên stenbolê bi awayekî hevdem operasyon hatin lidarxistin.

Di operasyonên de polîsan bi ser gelek malan de girtine û rêveber û endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk (YSP) jî di nav de 17 kes hatine desteserkirin.

Hatiye ragihandin ku kesên desteserkirî bo Midûriyeta Ewlekariya ya Stenbolê hatine veguhestin.

Herwiha tê gotin bo dema 24 saetan kesên hatine desteserkirin mafê wan ê parêzerê xwe bibînin nîne û ji ber li ser dosyaya girtinê biryara nihênîbûnê heye, sedema desteserkirina wan jî nayê zanîn. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Stenbolê operasyon: 17 siyasetmedar hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *