Bi armanca girtina kaçaxçîyên mirovan li wanê di encama 6 operasyonên cuda de 5 jê bîyanî bi giştî 11 kes hatin binçavkirin.
Midûriyeta Ewlehîyê ya Wanê derbarê mijarê de daxuyaniyêk weşand û destnîşan kir ku li tevahiya bajêr li hemberî kaçaxçiyên ku koçberan dibin û dianîn operasyon hatine lidarxistin. Midûriyetê diyar kir ku di encamê de 5 jê kesên bîyanî, 6 jî welatîyên Tirkîyê bi giştî 11 kes hatine binçavkirin.
Piştî ku muameleyên kesên hatine binçavkirin, li midûriyeta ewlehîyê qedîyan, ew derxistin pêşberî dadgehê. Di encama darizandinê de ji van kesan 4 bersûc hatin girtin û kesên din ên bîyanî jî jibo bêne dersînorkirin, ji Îdareya Koçberîya Wanê re hatin radest kirin.
Serhat News
(Lg)