Midûriyeta Ewlekariya Wanê ragihand ku li bajêr di encama operasyonan de 20 kes hatine desteserkirin û ji van 11 kes hatine girtin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariyê ya Wanê, li gelanperiya bajêr di navbera 20-26’ê Adarê de li dijî bazirganên mirovan û qaçaxçiyên penaberan 7 operasyon hatine lidarxistin.
Midûriyeta Ewlekariyê destnîşan kiriye ku di encama oparasyonan de 20 kes bi gumana “Bazirganiya mirovan û qaçaxçitiya penaberan” hatine desteserkirin.
Her wiha midûriyetê daxuyandiye ku ji van kesan 11 kes ji aliyê Dadgeriya Sulh Ceza ya Wanê ve hatine girtin û 9 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan.
Serhat News