Li navçeya Erdîşa Wanê 47 penaberên bê destûr hatine welat hatin desteserkirin.
Li gor agahiyan, ekîbên Şaxa Têkoşîna Tawanên Organîze û Qaçaxçitiyê ya Rêveberiya Ewlekariya Erdîşê, li ser gumanê li çaterêya Xamûryenê du otobus rawestandin û di otobusan de lêgerîn pêk anîn.
Di dema legerînê de, ekîban di nava otobusan de li pişt koltoxên dawîyê cihên xef peyda kirin. Di cihên weşartî yên herdû otobusan de bi giştî 47 penaber hatin dîtin.
Ajokarên otobusan M.M.T, R.T û T.C. hatin desteserkirin. 47 koçber jî bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Wanê hatin radestkirin.
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver