Hîndekarê Beşa Erdnîgarî ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Faruk Alaeddinoglu derbarê bûyêrên xeniqînê yên di avê de ku di van demên dawî li Wanê pir tên jiyandin, got ku pêwîste rayedar dest bi wergirtina tedbîran bikin.
Li gor agahiyan ji çapemeniyê hatine wergirtin di sala 2023’an de li Wanê 20 kes di avê de xeniqîn. Hîndekarê Beşa Erdnîgarî ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Faruk Alaeddinoglu derbarê van bûyeran de bi Serhat Newsê re hin nirxandin parve kir.
Alaeddînoglu, got ku ji bo pêşî li van bûyeran were girtin, lazime li peravan tabelayên hişyariyê bêne danîn.
Prof Alaeddînoglu da zanîn ku Gola Wanê xwedî hewzeyeke girtiye û got ku Gola Wanê wekî hemû hawzayen girtî xwedî hin çavkaniyan e. Di berdewamiyê de Alaeddînoglu derbirî ku Gola Wanê nêzî 16 hezar kilometrekareyê û wiha domand: “Li vê derê lêjbûn (egim) zêdeye û şînkatî jî kêm e. Lewma çem û newalên vê derê ji derdorê gelek melzemeyê wekî ax û heriyê tîne nava golê.”
Alaeddînoglu destnîşan dike ku demên berê li herêmê piranî perf dibarî, loma berf hêdî dihelî û wisa nedibû ku axê an jî heriyê têxe golê. Li hember vê rewşê ew diyar dike ku ev nêzî 20 sale li herêmê êdî wekî berê berf nabare û li şûna wê piranî baran dibere. Ji ber vê jî rajeyek zêde ax, herî û tiştên din diherikin nava Gola Wanê û di bin avêde qadên piranî ji heriyê pêkhatine çêdike. Alaeddînoglu, dide zanîn ku piranî bûyerên xeniqînê jî li van cihan çêdibin û wiha pêde çû: “Dema ku kesên avjêniyê nizanin li van deran dikevin avê, ji ber heriyê difetisin. Pêwîste li hemberi vê rewşê rayedaran li peravan tabelayên hişyariyê bicih bikin. Lê qasî ku ez dibînim li derdora Gola Wanê ev tabela tune ne.
‘Rayedarên herêmî divê tedbîrên xwe bigirin’
Alaeddînoglû, anî ziman ku armanca sînordar a parêzvanên qeraxê yên li Gola Wanê ne li dijî fetisînê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li vir parêzvaniya peravê bi tevahî li ser sewqiyata derqanûnî an jî qaçaxçîtiyê hatiye avakirin. Ew bo xelaskirina kesên ku di golê de difetisin nehatiye avakirin. Ez bawer nakim ku nobedariya peravê di vî warî de beşdariyek hebe. Lê ez di wê baweriyê de me ku divê rêveberên herêmî di vî warî de tedbîrên cidî bigirin.”
Aleaddînoglû diyar kir ku li Wanê bi taybetî danê nîvro ji ber hebûna golê pesta hewayî (hava basıncı) diguhere û wiha axivî: ““Gol dereng germ dibe, paşê sar dibe. Lê erd ne wilo ye, piştî ku roj lê dikeve, dest bi germbûnê dike. Ji ber vê yekê, pesteke nizim li ser erdê çêdibe. Ji ber ku li ser golê peseteke bilind heye, tevgereke hewayi çêdibe û ba derdikeve. Mezinahiya wê navenda pestê ya di navbera gol û axê de dibe sedema tundiya ba. Ji ber vê yekê hema hema tevahiya salê li Gola Wanê bi taybetî havînê danê nîvro ba tê. Di hewaya bayê de, kesên ku pir baş melevaniyê nizanin û yên ku di panîkê de ne, difikirin ku pêlên wan ber bi deryayê ve dikişînin.”
Gotina ‘Gola Wanê dikşîne’ çîrok e’
Aleaddînoglû diyar kir ku pêlên rîtmeke wan heye û wiha got: “Ev pêlên binî, bi pêlên rûvî çêdibin û carinan digihêjin çend metreyan. Pêl çiqas mezin be, zirar jî ew qas mezin dibe. Bê guman, li gorî şeklê van pêlan, ew dikare we ber bi vekirî ve bikişîne. Jixwe ev tiştekî xwezayî ye. Divê mirov bala xwe bide ser vê. Ev efsaneyeke bajarî ye ku mirov dibêje “Gola Wanê dikişîne”. Bi rastî, ev fenomenên xwezayî yên pir hêsan in, “
Serhat News