Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ku di sala 2004’an de li Wanê weke rêxistinek serbixwe ya feminîst hatibû vekirin, di 22 Mijdara 2016’an de di çarçoveya KHK’ê de hate girtin. Avakara komeleyê Zozan Ozgokçe diyar kir ku komeleya wan bi hincetên derhiqûqî hatiye girtin û da zanîn ku ew ê dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).
VAKAD, di sala 2004’an de li Wanê weke saziyeke jinan a serbixwe û feminîst, ji aliyê komek jinên aktivîst ve hate vekirin. Komeleyê di nava 12 salan de ji bilî jinan, bo zarokan de jî hin proje û xebat meşandin. VAKAD’ê di warê hiqûq, civakî, aborî û derûniyê de xizmet dida jinan û tevî Wanê, gelek jinan ji bajarên weke Colemêrg, Mûş û Bedlîsê jî serlêdan li komeleyê dikirin. Komeleyê bo têkoşîna dijî destdirêjiya li hemberî zarokan jî di dibistanan de perwerde dida zarokan. Lê di 22’yê Mijdara 2016’an de komele di çarçoveya Rewşa Awarte de (OHAL) bi Biryarnameya Bihiqmê Qanûnê (KHK) ya hejmar 677’an hate girtin. Yek ji avakara saziyê Zozan Ozgokçe, diyar kir ku komeleya wan bi hincetên derhiqûqî hatiye girtin û da zanîn ku ew ê dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).
Di nava 12 salan de gelek xebat meşandine
Ozgokçe, destnîşan kir ku di nava 12 salan de wan bo jinan xebatên wekî avakirina, mala stargehê, maxazayên piştgiriya jinan û navende jin û zarokan meşandine. Ozgokçe, ragihand ku wan her sal encamên xebatên xwe jî wekî rapor bi çapemeniyê re parve kiriye û wiha domand: “Bi taybet me rasterast piştgirî dida jinên ku serî li me didan. Me di çarçoveya pirsgirêkên jinekî de, ji bo hemû jinan xebatên polîtîk dimeşand.”
Wê diyar kir ku wekî komele wan a bo meaşê jinebitiyê jî xebat meşandine û da zanîn ku bi saya vê xebatê, a niha jinên hêwî (Kuma) jî dikarin meaş bistînin.
Ozgokçe: Piştî xebatên me Dadgeha Malbatê hat vekirin
Di vê çarçoveyê de, aktivîst Ozgokçe, wiha dirêjî da gotinên xwe: “Wekî mînak em diçûn qereqolan. Me ji şert û mercên qereqolê yên fîzîkî bigire heta, pêkanînên li wê derê, bi ser hemû mijaran rapor amade dikir. Her tim me gilî dikir û ji wezaretê de nivîs dişand. Wê çaxê Qanûna Hejmar 4327 hebû. Li Wanê Dadgeha Malbatê tunebû. Ji bo vekirina Dadgeha Malbatê me stand vekirin û kampanyaya îmzeyê da destpêkirin. Di encamê de dadgeh li Wanê hate vekirin.”
Ozgokçe dibêje ku ne tenê li ser dramên jinan, wan a xebatên ku jinan xurd dikin jî meşandine û her sal tevî çalakiyên civakî, xebatên perwerdehî, xwendin û nivîsîna karên malî (Fînans), nîşandana fîlman û gelek xebatên din jî pêk anîne.
Dozê wê bibin DMME’yê
Ozgokçe bi domdarî qala pêvajoya girtina komeleyê jî kir û wiha axivî: “Komeleya me di sala 2016’an de hat girtin û doza me jî hej berdewam e. Em ê dozê bibin DMME’yê. Lewma em mafdar in. Hincetên Komîsyona OHAL’ê, derhiqûqê û çewt e. Dozên derbarê hin kesên ku ne endamê me ne, bo girtinê kirine hincet. Cihê vê di nava ti pergalên hiqûqî de nîne.”
Ozgokçe, bertekên xwe yên li hemberî hincetên girtina komeleyê rêz kir û got, “Derbarê du hevalên me yên di nava komîteya amadekar a 25’ê Mijdarê de cih girtine doz hatiye vekirin û wan ji vê dozê beraet kiriye. Dîsa hevalekî me ji dozekî ku di sala 2009’an de hatiye vekirin, beraet kiriye. Belê tu çima komeleyê di sala 2016’an de digirî? Bi ser de 7 sal derbas bûne. Aqlê we nû hatiye serê we? Di sempozyumekê de me axaftina beşdarvanekî di nava pirtûka sempozyumê de çap kiriye. Derbarê wî/ê beşdarvanî de tu doz nehatiye vekirin. Hemû zanîngeh pirtûkên sempozyuman çap dikin. Hemû rêxistinên civakî van çap dikin. Ji hemû fikran re vekirine. Kî çi bixwaze dikare bêje. Ger sûçek hebe, derbarê wî/ê de doz vekin. Her wiha ev gotin li gor me jî ne sûç e. Yanî hiqûq tuneye, mantiq tune.”
Ozgokçe herî dawî da zanîn ku ew ê dozê bibin DMME’yê û ev gotin lê zêde kir: “Lewar em mafdar in, ew neheq in!”
Serhat News