1. Haberler
  2. Bi Dîmen
  3. Li Wanê kelecana Newrozê: Pewendiyek zêde ji bo cil û bergên Kurdî bû, terzî li ser karin

Li Wanê kelecana Newrozê: Pewendiyek zêde ji bo cil û bergên Kurdî bû, terzî li ser karin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Newroz ku dê 19 Adarê were pîroz kirin çend rojek mane, li terziyan mûjûlahiyek zêde heye. Ji bo kîras û fîstanan jinan û zilam jî ji bo şal û şep û tirgalan ketin ser riya terziyan.

SERHAT NEWS – Newroz cejnek ji cejnên Kurdan ên netewî ye û amadekariyên newrozê wekî her sal tên teqûzkirin, biheybet hersal tê pîrozkirin. Li Wanê bi hezaran kes beşdar dibin û Newroz bi rengên cil û bergên kurdî dibe qada rengan ev newroza îsal bi dirûşmeya Newroza Azadiyê tê pîrozkirin.

Amadekariyên Newrozê bilez û bez didomin dê li 19ê Adarê li quntarên Kela Wanê ya dîrokî were pîroz kirin. Li her kûncê bajêrê ji bo tevlêbûnê bang tên kirin û li aliyê din ji terzî di van amadekariyê dane. Jin û zilamên ku dixwazin beşdarî Newrozê bibin cil û bergên Kurdî yên cur bi cur bi balî hildibijêrin û li ser riya terzî kar dikin. Terzî dibêjin ev bîst roje daxwaza kîras û fîstan û şal û şepîkan zêde bûne em şev û roj dixebitin.

Li Wanê kelecana Newrozê: Pewendiyek zêde ji bo cil û bergên Kurdî bû, terzî li ser karin - vlcsnap 2025 03 17 15h34m40s407 1

Terzî karek zêde didin û hemû demê bi vê eleqeya ku nîşanî cil û bergên Kudî tê dayîn kêşxweş bûn û gotin peroşa Newrozê li çarnikarên bajêr belavbûye. Di terzîxanên xwe de gava valatiyek dibînin govend girêda û dest bi pîrozbahiya kirin.

‘Mehtap Tuganê got pîşeya min di hemî demê de çanda min e’

Li Wanê kelecana Newrozê: Pewendiyek zêde ji bo cil û bergên Kurdî bû, terzî li ser karin - vlcsnap 2025 03 17 15h32m34s725 1

Mehtap Tugana Terzî: “Me çavên xwe bi vê çandê vekirin jiyanê, li gel me ye.Em di jiyana rojane de ji vê çandê dijîn. Di demê de hinek guhartin min jiyan ku ev çand wunda nebe min hêj pirtirîn xist nav jiyana xwe. Ji ber van mebesta min çanda xwe domand û hemû demê de çanda min bû pîşeya min. Demek xweş e ku ez vî karî dikim. Di rojên taybeta daxwazek zêde heye. Em ji bo govend ,nîşan , rojên taybet cilan didirûn êdî ji aliyê aborî de bûye barek giran ji ber vê em cil û bergan îcar ji dikin. Ji ber Newrozê pêwendiyek zêde heye. Ev daxwaza zêdê me kêfxweş dike. Newroz rojbûna me ye. Ev daxwaza me dilxweş dike em bang dikin gelê me yê nehatî ji were.”

‘Em dixwazin rojane ji cil û bergên Kurdî werin berkirin’

Li Wanê kelecana Newrozê: Pewendiyek zêde ji bo cil û bergên Kurdî bû, terzî li ser karin - vlcsnap 2025 03 17 15h32m54s588 1

Mazlum Dûrsûnê Terzî got û wiha domand: ”Ez terziyê cil û bergên Kurdî me. Ev demek xweş e ku ez terzîtiyê dikim. Berê min ev kar e li colemêrgê dikir a niha ji li Wanê dikim. Rûxandina li ser çanda me tê kirin em îro çêtirîn dibînin. Cil û berg nasnama netewê ne. Dîvê gelê me xwedî li cil û bergên xwe der bikeve û cil û bergên xwe rojane ji li xwe bikin.ji bilî bajarên Kurdan ji kargehên cil û bergehên Kurdan tu li metrepolên Tirkan ji dibînî. Ev ji bo me gelek giring e. Wateya Newrozê divê li ser wateya azadiyê we nirxandin. Yên dixwazin beşdarî vê roja ku bûye remza azadiyê , em ji dixwazin xizmeta cil û bergên Kudî bidin wan.”

‘Em dixwazin ev çanda neyê jibîr kirin’

Li Wanê kelecana Newrozê: Pewendiyek zêde ji bo cil û bergên Kurdî bû, terzî li ser karin - vlcsnap 2025 03 17 15h33m47s561 1

Harûn Dayanê Terzî wiha dibêje: ”Cil û bergên Kurdî piranî di rojên wekî desteserî , nîşan dawet pê re şanoger tercîh dikin. Em îro ji amedakiriya ji bo Newrozê dikin. Her kes ji bo Newrozê tê an cila dide dirûtin an ji îcar dike. Ev çar sala ez ve karî dikim. Bi demê re eleqe ji bo cil û bergên Kurdî zêde bibe ji nehatiye wê asta ku em dixwazin. Lewra hinek metirsiyên gelê me ji li hember cil û bergên Kurdî hene. Çav tirsandin kirine. Ev têgehandin çibe ez nizanim lê hatiye guhartin. Ev bîst roje ku ji ber Newrozê eleqeyek mezin nîşan didin. Em ji li ser tora cîvakî xwe radigihin cîvanan û gelê xwe. Em dixwazin ev çanda neyê jibîr kirin. Em bi navbervaniya we em bang gelê xwe dikin bila cil û bergên Kurdî li xwe bikin.”

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê kelecana Newrozê: Pewendiyek zêde ji bo cil û bergên Kurdî bû, terzî li ser karin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Deneme Bonusu Veren Siteler Deneme Bonusu Veren Siteler Deneme Bonusu bahis sitelericasino siteleri