1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Wanê Panela ‘Zimanê Dayîkê’ pêk hat

Li Wanê Panela ‘Zimanê Dayîkê’ pêk hat

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê bi hevkariya Akademyê û Înstîtûya Ehmedê Xanî ji bo bîranîna 21 Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî panelek hat li dar xistin.

Di panelê de nivîskar û lêkolîner Tehsîn Îbrahîm Doskî û M.Xalid Sadînî axiftin. Panel di moderatoriya Abdurrahim Orhan pêk hat.
Birêz Doskî li ser jiyana Xanî sekinî û li ser berhemên wî Nûbar û Eqideya Îmanê agahiya dan û behsa orijantî û pêşeng bûna wan kir. Birêz Sadini behsa şahesara Xanî ya Mem û Zînê kir, destxetên wê yên heyî, wergerên wê yên ji bo zimanên din yên cîhanê, tesîrê fikrên Xanî ji netewperweriya Kurd hat nîqaş kirin û hin beşên giring yên Mem û Zînê hatin xwendin.

Li Wanê Panela 'Zimanê Dayîkê' pêk hat - zimane dayike

Di panelê de giringiya bikaranîna zimanê dayikê, pêşvebirina wê, derfetên zêdekirina bikaranîna kurdî, fermî bûna zimanên kurdî û îngilîzî li gel tirkî, teqeziya hewceyiya zimanê perwerdebûyînê ya kurdî hat nîqaş kirin.
Piştî panelê pirsên beşdarvanan hatin hilgirtin û plaket hatin teqdîm kirin.

Saziyên panel bi hev re organîze kirin yek Akademyê ku sala 2021’ê li Wanê vebûye, li ser kursî û îngilîzî xebatan dike, ji bo biçûka û mezina kursan vedike, xebatên çandî û hunerî dike.

Înstîtûya Ehmedê Xanî jî sala 2024’ê ava bûye, li Swêdê (Stockholm) û Wanê şaxên wê hene. Ehmedê Xanî bo xwe wek rêber qebûl dike, di qada çand, huner û perwerdeyê xebatan dike.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê Panela ‘Zimanê Dayîkê’ pêk hat

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Deneme Bonusu Veren Siteler Deneme Bonusu Veren Siteler Deneme Bonusu bahis sitelericasino siteleri