1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê tê vekirin

Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê tê vekirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê vedike ku demek dirêj bû li ser vê projeyê gelek xebat dihatin meşandin. Sibehê bi beşdariyeke girseyî a jinan ve, ev pirtûkxane wê were vekirin û dê bi hewandina gelek berhemên cuda û girîng ve bibe navendeke sereke.

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi armanca ku kar û xebatên xwe bi nêrîna jinê birêve bibe û hişmendiya jinê derxe holê, dest bi amadekariyan kir. Di vê çarçoveyê de , Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê dê sibehê bi çalakiyekê li Parqa Jinê ya Akkoprûyê ya navçeya Tuşbayê were vekirin.

Prosesa navendê ji aliyê Serokatiya Daîreya Politîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve tê birêvebirin û dê li bajêr di hêla xwe de yekemîn be. Di navenda ku wê were vekirin de; lêkolînên li ser rêxistinên jinan ên li Tirkiyê, Rojhilata Navîn û cihanê, destxet û nivîsên jinê, belgeyên fermî, name, li gel nivîsên pêwendî û wêneyan her wiha karên hunermendên jin ên wek; roman, çîrok, helbest, gotar û cerebe jî dê cih bigirin.

Hin armancên navendê ên der barê jinan de ew in ku; dîroka jinê ya ber bi windabûyinê were derxistin û parastin, çanda kevneşopî ya herêmî were aşkerekirin. Li navendê zanist û tecrubeyên jinê yên li ser jiyanê bên parvekirin û her wiha ligel van, çalakiyên curbecur ên civakî û çandî jî werin pêkanîn. Dîsa di bin banê navendê de tê xwestin ku der heqê newekheviya cinsî ku di hemû qadên jiyanê de jinê wek hedef digire û li dij van nêzîkatiyan, hişmendiya jinê were berbiçavkirin.

Vebûyîna Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê dê bi beşdariya Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, nûnerên gelek rêxistinên jinan ve pêk were. Navend, dê di demên pêş de bi lêkolînên berfireh kapasiteya xwe mezin bike.

Serokatiya Daîreya Politîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin, hemû jin bo beşdariya vebûnê vexwendin çalakiyê.

 

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê tê vekirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *