1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Xelatê berhevkirina gêlasan dest pê kir.

Li Xelatê berhevkirina gêlasan dest pê kir.

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Xelatê ya Bedlîsê hilberînêran dest bi berhevkirina gêlansan kir.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Xelatê Nîhat Keskin li gundê Seyrantepeyê çû serdana baxçeyên gêlasan (Kîraz) yên ku lê komkirina gêlasan dest pê kiriye.

Li Xelatê berhevkirina gêlasan dest pê kir. - Li Xelate berhevkirina gelasan dest pe kir 1

Nîhat Keskin daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li Tirkiyeyê berhevkirina gêlasan herî dereng li Xelatê dest pê dike.

Nîhat Keskin destnîşan kir ku li Xelatê jî êdî gêlas tên komkirin û wiha peyivî, “Herêma ku baxçeyê me lê ye nêzîkî hezar û 950 mêtro bilind e. Li gundê Seyrantepeyê jî komkirina gêlasan dereng dest pê dike. Li vî baxçeyî berhevkirina gêlasan wê hema hema 10 roj dewam bike. Baxçe 12 donim e. Îsal em texmîn dikin ku rekolte bi qasî 25 ton be.”

Li Xelatê berhevkirina gêlasan dest pê kir. - Li Xelate berhevkirina gelasan dest pe kir 2

Alî Riza Çaglarê ku 800 darên wî yên gêlasan hene, diyar kir ji ber ku li devereke bilind dimînin gêlas dereng çêdibin û wiha got, “Li seranserê Tirkiyeyê berhevkirina gêlasan diqede, lê li cem me hê teze dest pê dike. Gêlasên me baş in. Em dişînin bajarên li derdorê. Ji ber ferqa şev û rojê tehma wan gêlasan diguhere û tehm û aromaya gêlasên me pir xweş e. Gorî sala berê gêlas du qat zêde ne û em kêfxweş in.” (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Xelatê berhevkirina gêlasan dest pê kir.
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *