Mexdûrên Xala 18’an a Qanûna Îmarê û welatiyên li taxa Şûşanisê (Kevenlî) ya bi ser navçeya Rêya Armûşê, bi gotinên “Tapuya musteqîl tê çi wateyê? Yanî tê wê wateyê ku dibin mîsogeriya dewletê de ye. Encax dewlet me mexdûr dike. Mal û milkê me ger bê firotin, tu cihê me tuneye em bicin ê” nerazîbûna xwe anîn ziman.
Di çarçoveya xala 18’an a Qanûna Îmarê de gelek mal û milkê welatiyan tevî ku xwedî tapûne jî beyî bê perçekirin ji sedî 50’ê wê tê firotin. Niştecihên taxê ku bi daxwaza sererastkirina qanûna îmarê serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dane, ji Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê re têne arastekirin. Lê wezaret jî dibêje ku muxatab Enqere ye.
Li Taxa Şûşanis (Kevenlî) ya bi ser navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, ji îmarê re hate vekirin. Rêya bi navê Ruzgarli Caddesi jî ku di ber avahiyan de derbas dibe, di pêkanîna qanûna îmarê de weki ‘Rê’ nehatiye diyarkirin û ji ber vê sedemê jî ji welatiyan re gaza xwezayî nayê dayîn.
‘Mala xwedî tapû derxistine firotinê’
Yek ji mexdûran jî welatiyê bi navê Azîz Çarûr ê 57 saliye. Erdê ku mala Çarûr li ser hatiye avakirin, di çarçoveya xala 18’an de derxistine firotanê. Çarûr, destnîşan dike ku 24 sal beriya niha ev erde ji xwe re kiriye û tapûya wî jî heye. “Ev yek nayê qebûlkirin. Heta vî temenê xwe min encax karî ji xwe re avahiyekê bistînim. Niha jî ev avahiyê min ê mustakil tevî ku tapûya min jî heye, derxistine firotanê. Piştî vî temenî ez êdî nikarim, ji xwe re avahî bistînim. Ji min re dibêjin ‘An tu dê cardin vê malê û erdê bikirî, an dê biçi Enqerê û li wir derdê xwe ragihînî’. Mal û milkê min bi 400 hezar TL yan didin min. An ez ê bistînim, an jî wê bidin yekî din. Divê pirsgirêka me bê çareserkirin. Wiha nabe.”
‘Erdê me bi yê cîranê me re kirine yêk’
Ji niştecihên taxê Abdulkerîm Surucu jî diyar dike ku ew bûne qurbaniyê plansaziyê û got ku bi sedema ku rêya li ber avahiya wî derbas dibe di îmarê de wekî ‘Rê’ xuya nabe, ji wan re gaza xwezayî nayê dayîn.
Surucu dibêje: “Sibê disibe welatiyek vê derê bistîne. Em dê bimînin bê rê. Em çûn Şaredariya Rêya Armûşê û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, lê me li wê derê tu muxatab peyda nekir. Derfetên me tunene em biçin Enqereyê. Di destê min de tapûya min jî heye. Wê çaxê jî îmar derketibû. Lê di sala 2012’an de cardin di îmarê de guhertinek din hate kirin. Ez çûm şaredariyê û li wir tapûyek dane min. Di wê tapûyê de ez bûme şirîkê maliyeyê. Min milkê maliyeyê jî kirî. Min tapûya xwe kir yek tapû. Cardin îmar hate guhertin. Vê carê jî milkê me bi yê cîranan re kirin yek û ev rêjî di îmarê de betal kirin.”
‘Dewlet me mexdûr dike’
Ferît Erdogan 15 sal beriya niha li taxê ji xwe re avahiyek kiriye. Ew dibêje ku dewletê ew mexdûr kirine û wiha diaxive: “Tapûyên me hatine perçekirin. Nivîya tapûyên me hatiye jêkirin. Em ji vê jî razîne. Rêyên me jî di îmarê de cih nagirin. Ji ber ku di projeyê de tuneye, par gaza xwezayî nedan taxê. Lê belê li vir mal hene. Tapûya mustaqîl tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku di bin mîsogeriya dewletê de ye. Lê dewlet me mexdûr dike. Ger li vir rê tunebe em ê çewa biçin malên xwe. Em ê qey bifirin. Keda min ya 25 salan heye. Di nava 25 salan de encax min karî ji xwe re avahiyekê çûbikim. Me li gor qanûnên dewletê ev mal çêkirine. Me ev zivistan jî bê gaza xwezayî derbas kir. Ez wisa difikirim ku divê ev mijar biçe meclîsê.”
Welatiyê bi navê Recep Alataş jî derbirî ku di destê wan de tu hebe, dane van mal û milkan. Alataş, derbarê tubûna rê de jî got, “Bo çon hatina malê divê me bifirin! Rêya me kirine parsel û ji yekî din re firotin e. Ji hemû kesî re gaza xwezayî hat. Lê ya me tuneye. Em mexdûrin. Divê mexdûriyeta me ji holê bê rakirin.”
Serhat News
(lg)