Midûriyeta Meteorolojiyê bo 9 bajaran ji ber barana zêde hişyarîya lehiyê heye. Her wiha midûriyetê ji ber îhtîmala ba û bahozê jî ji welatî û saziyan daxwaz kir ku tedbîrên pêwîst bigirin.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê bo bajarên Erzîngan, Erzerom, Qers, Erdexan, Sêwas, Çanakkale, Edirne, Kirklareli û Tekirdagê hişyariya barana zêde da.
Li gor daxuyaniya saziya navborî dê li van 9 bajaran baraneke zêde bibare û divê ji ber îhtîmala lêhiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Her wiha li çend bajaran jî dê tevî baranê, ba û bahoz jî rabin û dibe ku serbanên mal û dukanan û dar û ber zerar bibînin. (Rûdaw)
Serhat News