Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku metirsiya nexweşiya ‘Kolerayê’ li Silêmaniyê hêj jî berdew e û ji welatiyan daxwaz kir ku xwe biparêzin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal a Îraqê Saman Berzencî ragihand ku, rewşa tendiristiyê ya i bajarê Silêmaniyê di bin çavdêrî deye û da zanîn ku heta niha bi giştî 117 welatî li Kolerayê ketine.
Saman Berzencî diyar kiriye ku, îhtimal heye hejmara pêketiyên Kolerayê zêde be, lewre lazime welatî baldar bin û rêkarên tendiristiyê pêkbînin. (Kurdistan TV)
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver