Mihrîcana Duhokê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

9’emîn Mihrîcana Fîlman a Navnetewî ya Dihokê, bi merasîman xelatdayînê bo fîlmên serkeftî bi dawî bû. Di mihrîcanê de, du filmên Kurdî, ‘Bûka Baranê’ ku derhênerê wê Husên Hesen e û fîlma ‘Cîran’ ku derhênerê wê Mano Xelîl e herî zêde xelat bi dest xistin.

Mihrîcana Fîlman a Navnetewî ya Dihokê îsal bo cara 9’an hate lidarxistin. Di mihrîcanê de ku hefteyekê dom kir, bi dehan fîlmên dirêj metraj û kurte metraj yên Kurdî û biyani hatin nîşandan. Piştî nîşandanê, bo fîlmên herî serkeftî merasîmê xelatdayînê hate lidarxistin.

Bo fîlmên serkeftî merasîm hate lidarxistin

Du fîlmên Kurdî herî zêde xelat wergirtin. ‘Bûka Baranê’ ya bi derhêneriya Husên Hesen pênc xelat wergirtin ku ew jî ‘Derhênerê Herî Baş’, ‘Lîstikvana (Jin û Mêr) Herî Baş’, ‘Sînematografî û Xelata Parêzgehê’. Fîlma ‘Cîran’ a bi derhêneriya Mano Xelîl xelata ‘Fîlma Herî Baş’, Senaryo û Lîstikvanê Zarok wergirt.

Derhêner Husên Hesen got, “Min îro her tişt ji bîr kir û ez li ser navê xwe van xelatan pêşkêşî hemû xebatkarên fîlman dikim, bi taybetî Mihemed Mohsen û Mehmet Aktaş ku di çêkirina vî filmî de alîkariya min kirin.”

Derhêner Mano Xelîl jî hestên xwe anîn ziman, “Du saet û çar deqeyan salon bêdeng bû û her kes bi fîlmê re dikeniya û digiriya, ev ji bo me xelata herî mezin bû.”

Xelatên Juriyê yên Belgefîlman ji bo Zimanê Dayikê ya Serkêw Misgerî û A Marble Travelogue a Sin Wang hatin dayîn.

Derhêner Sin Wang anî ziman, “Ji ber ku piştî şewba Coronayê ev cara yekem bû ku min derfet dît ku ez derkevim ser dikê û xelat werbigirim û ev xelat ji min re hat pêşkêş kirin li Kurdistanê ku cihekî pir xweş e û yekem car ez hatim vir, wateya wê gelek bû.”

Çend xelatên din jî ev bûn. Xelata Fipresci ji bo Pîrebok. Kurtefîlma Herî Baş a Kurdî ji bo The Banishmet a Yilmaz Ozdil û Kurtefîlma Biyanî ji bo Split Ends a Alireza Kazemipour hat dayîn. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mihrîcana Duhokê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *