Namzeta Partiya Kesk a Çep (YSP) Ayten Donmez, li Stenbolê hate desteserkirin.
Li gorî nûçeya AA’yê, polîsan bi ser mala Namzeta Partiya Kesk a Çepan ya rêza 13’an a Kocaeliyê Ayten Donmez de girtine. Hat ragihandin ku polîsan vê sibê di mala Donmez ya li Uskudar a Stnebolê de lêgerîn pêkanîne û piştre jî ew desteser kirine.
Di heman nûçehê de hatiye diyarkirin ku polîsan dest daniye ser telefona wê û ew birine Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê.
Hêjayî gotinê ye ku duh jî li 21 bajaran operasyonek hatibû lidarxistin û di nav de rojnamevan, parêzer, hunermend û siyasetmedar jî heyî, nêzîkê 200 kes hatibûn deseteserkirin. (Bîanet)
Serhat News