Wezareta Karên Hundir navê rojnamevan Can Dundar xist nava “lîsteya gewr a ji ber terorê tên lêgerin”.
Wezareta Karên Hundir rojnamevan Can Dundar li “lîsteya kesên lêgerîna wan ji ber terorê heye” zêde kir. Wezaretê diyar kiriye ku Dundar ê di kategoriya “gewr” de cih digire ji “FETO/PDY” lêgerîna wî heye.
14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji ber nûçeya ‘TIR’ên MÎT’ê ya di sala 2015’an de hatibû weşandin, di darizandina duyemîn de 27 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Dundar birîbû û dest danîbû ser mal û milkên wî. (MA Kurdî)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver