1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Nifûsa Herêma Kurdistanê zêde dibe: 7 milyon

Nifûsa Herêma Kurdistanê zêde dibe: 7 milyon

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tê texmînkirin ku nifûsa Herêma Kurdistanê sala 2025an bibe 7 milyon kes.

Sala 2020î nifûsa Herêma Kurdistanê 6 milyon û 171 hezar û 85 kes bû. Tê hêvîkirin ku heta 2040î nifûs bigihe 8 milyon û 929 hezar kesan.

Li gorî texmînan dê herî zêde nifûsa Dihokê zêde bibe û dê li Dihokê rêjeya zêdebûna nifûsê ji sedî 27,3yan derkeve ji sedî 29,1ê.

Li gorî amarên Saziya Amaran a Herêma Kurdistanê, îsal nifûsa Herêma Kurdistanê 6 milyon û 822 hezar û 770 bû û tê hêvîkirin ku nifûs sala 2025an bibe 7 milyon.

Rêjeya zarokan zêdetir e

Li Herêma Kurdistanê rêjeya nifûsê ya kesên ji 15 salî biçûktir ji sedî 37 e, rêjeya 15-30 saliyan ji sedî 29 e, rêjeya 30-44 saliyan ji sedî 19 e, rêjeya 45-59 saliyan ji sedî 9 e û rêjeya kesên ji 60 salî mezintir ji sedî 5,7 e.

Temenê jinan dirêjtir e

Sala 2021ê temenê nîvekî yê mêran 73,7 û yê jinan 76,6 bû.

Sala 2040î di temenê nîvekî yê mêran bibe 77,5 û yê jinan dê bibe 80,6.

Di rêjeya zayînê de Dihok li pêş e

Li Herêma Kurdistanê sala 2020î rêjeya zayînê 3,04 bû.

Dihok bi rêjeya 3,63yan di rêza yekem de bû û li Helebce û Silêmaniyê jî rêjeya zayînê 2,74 bû.

Tê pêşbînîkirin ku salên 2025 û 2040î rêjeya zayînê jî zede bibe.

Herêma Kurdistanê li pêş e

Li gorî amarên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) li Îraqê rêjeya zayînê 3,7, li Îranê 2,2 û li Tirkiyeyê 2,1 e.

Başûrê Kurdistanê bi rêjeya 3,63yan li pêşiyan wan welatan e.

Mêr zêdetir in

Li gorî amarên Saziya Amaran a Herêma Kurdistanê, sala 2020î ji sedî 50,2yê nifûsa Başûrê Kurdistanê mêr û ji sedî 49,8ê nifûsê jin bûn.

Li Hewlêrê rêjeya mêran ji sedî 50,48 û ya jinan 49,52 ye, li Silêmaniyê jî ji sedî 50,1ê nifûsê jin bûn.

Li Dihokê ji sedî 50,11ê nifûsê mêr û ji sedî 49,89ê nifûsê jî jin bûn.

Li Helebceyê jî rêjeya mêran ji sedî 50,02 û ya jinan jî ji sedî 49,98 bû.

Dê ciwan zêde bibin

Li gorî van amaran, tê pêşnbînîkirin ku li Herêma Kurdistanê rêjeya ciwanan zêde bibe.

Tê pêşbînîkirin ku heta 2040î nifûsa ji 15 salan biçûktir zêdetir bibe û ev rêje herî zêde li Dihokê zêde bibe. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nifûsa Herêma Kurdistanê zêde dibe: 7 milyon
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *