1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Nîqaşên îlankirina OHAL’ê berdewam dikin

Nîqaşên îlankirina OHAL’ê berdewam dikin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Biryarnameya Rewşa Awarte (OHAL) ku li herêmên erdhejê hatiye ragihandin, piştî di Rojnameya Fermî de hat weşandin kete merîyetê.

Piştî ku Rewşa Awarte kete merîyetê, Serokomar Erdogan ragihand ku ewê ji vî û pêde di bin konrtrola xwe de herêma erdheje birêvabibin.

Lê ev yek ji alîyê gelek kesan ve hate rexnekirin. Akademîsyen, hiqûqnas û sîyasetmedaran derketina Rewşa Awarte nirxandin.

Akademîsyen Gokhan Bûlût, li ser Zagona Têkoşîna Dijî Dezenfarmasyonê rawestîya û dadîyarkirin ku desthilatî bi Rewşa Awarte li herêma erdhejê dixwaze ser kêmasîyên xwe bigre û wiha got, “Desthilatîyê Rewşa Awarte xiste merîyetê. Ev jî ji me re vîya nîşan dide; desthilatîya sîyasî bi vê yekê êdî tenê pêşîya ragihandinê nagre, bi van şert û mercên krîzê dixwaze ku hemû bizavên medyayê kontrol bike.”

Akademîsyen Bûlût, dîyar dike ku medya di demên krîzêde ji bo berjewendîyên gel kar dike, bi vê yekê desthilatî pêşî li hemberî berjewendîyê gel digre.

Rewşa Awarte di warê hiqûqî te jî tête rexnekirin. Hiqûqnas Mesût Ozer radigîhîne ku cîyê Rewşa Awarte di Makezagona Tirkîyê Xala 119’an û Qanûna Rewşa Awarte (OHAL) de heye. Ozer, di vê erdhejê de Rewşa Awarte pêwîst nabîne û sedema vî jî wiha dîyar dike:

“Belê di zagonên Tirkîyê de cîyê Rewşa Awarte heye. Lê li 81 bajarên Tirkîyê û gelek welatên biyanî alîkarî tên. Her kes seferberbûye, ev yek jibo rizgarkirin û alîkarîyê tiştekî gelek girîng e. Lê ana desthilatî bi vê Rewşa Awarte dixwaze ku pêşî li van bigre û her tiştî têxe bin kontrola xwe. Bi ya min Rewşa Awarte jibo van 10 bajaran pêwîst nîne.”

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî îlankirina Rewşa Awarte pêdivî nabîne. Endama Partîya Meclîsê ya HDP’ê Sûltan Ozcan radigîhîne ku desthilatî bi Rewşa Awarte dixwaze ser kêmasîyên xwe bigre:

“Îlankirina Rewşa Awarte pirsgirêkên ku di vê felaketa erdhejê de pêk hatine çareser nake. Desthilatîyê bi kêmasîyên xwe sûç kirîye, ew bi vê yekê dixwe ku ser sûcê xwe bigre. Civak ana di nav kêşeyên mezin ye, pêwîstî bi alîkarî dayînê û dest dirêjkirinê heye. Bi ya me Rewşa Awarte ji berjewendîyên welatîyan re nîne û ji birînên mexdûrên erdhejê re jî xizmet nake.” (Dengê Amerîka)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nîqaşên îlankirina OHAL’ê berdewam dikin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *