Jinên di Avahiyên Kuveytê de piştî erdhejê hatine bicihkirin, hewl didin di nava şert û mercên girande jiyana xwe bi domînin. Beriya niha Van jinên ku hevserên wan jiyana xwe ji dest dane pirsgirêkên xwe ji Serhat Newsê re vegotibûn. Komelaya Vanli Amcan guh da dengê jinan û ji wan re alîkarî şand.
Li Wanê bo jinên ku di erdheja 2011’an de hevserê wan mirine ji aliyê Organîzasyona Alîkariya Îslamî ya Navnetewî (IICO) ya bi piştgiriya Kuveytê û Weqfa Alîkariyê ya Mirovîn ( ÎHH) ve bi navê ‘Avahiyên Kuveytê’ 62 avahî hatine çêkirin û ew li wir hatine bicihkirin. Jinên ku li vir jiyan dikin, niha hewl didin ku di nava şert û mercên giran yên xerab de jiyana xwe berdewam bikin. Beriya niha van jinan pirsgirêkên xwe ji Serhat Newsê re ragihandibûn û daxwaza alîkariyê kiribû.
Li ser nûçeya me Komelaya Vanli Amcan dengê jinan bihist û ji wan re koliyên alîkariyê şand. Endamên komeleyê ku alîkarî birin wê derê soza berdewamiya alîkariyê dan.
Yek ji dildarê komeleyê Rifat Yildiz destnîşan kir ku wekî komele hewl didin ku alîkarî bidin kesên xîzan û wiha axivî: “Em alîkariyên kesên xêrxwaz ji van kesên mexdûr re dişînin. Piştî nûçeyê me west ku alîkarî bidin van jinan. Di çarçoveya kampanyayê de qasî ji destê me tê emê alîkariyê bidomînin.”
Dildarê komeleyê Remzî Denîz jî got ku beyî cudakariya ol, nijad û ziman ew alîkarî didin hemû kesî. Wî da zanîn ku wekî Komeleya Vanli Amcan ew alîkariyê dişînin tevahiya deverên Tirkiyeyê û îro jî bo 40 malbatên di Avahiyên Kuveytê de jiyan dikin re alîkarî anîne.
Serhat News
(lg)