Guherîna Qanûna Hilbijartin û Partiyên Siyasî ku ji aliyê Tifaqa Gel ve ji bo pêkanîna hilbijartinên 2023’an hat amadekirin, piştî guhertinên qismî li Lijneya Giştî ya TBMM’ê derbas bû. Piştî guhertinên di Qanûna Hilbijartinan û Partiyên Siyasî de, gelek aliyên opozisyonê li dijî vê guhertinê derketin û diyar kirin ku yekane armanca girtina biryarên li ser mijareke girîng weke hilbijartinan bêyî danûstandin ligel aliyên siyasî, operasyona rizgarkirina MHP’ê ye.
Îcar ev guhertinên qismî çi ne?
Di Yasaya Hilbijartin û Partiyên Siyasî de; Guhertinên bi awayê daxistina bendava hilbijartinê ji sedî 10 bo ji sedî 7’ê hatiye daxistin, guhertina pêkhateya desteyên hilbijartinan yên bajaran û navçeyan, guhertina sîstema parlamenterên partiyên tevli tifaqê dibin, muafiyeta qedexeyên hilbijartinê ya serokkomar hene. Ev guhertin, geri hilbijartin peşwext werin lidarxistin nayên pêkanin.
Piştî guhertinan gelek partiyên mûxalefetê li dijî vê pêkanînê derketin û rexne li hikûmetê kirin. Partiyan bi yek dengî ev hewldan weki “Guhertina rêgezên lîstîkê binav kir”
Partiya Cenabê (SP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Komarî ya Gel (CHP), Partiya Pêşerojê, Partiya Komunîst a Tirkiyê (TKP), Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Welat Partî û Nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Wanê ev guhertin rexne kirin û diyar kirin ku nûnerên siyasî yên li Tirkiyeyê bi taybetî jî di hilbijartinan de nûnertiya girseyên berfireh ên gel nakin.
‘Divê hemû astengî bên rakirin, her deng bê temsîlkirin’
Nûneran destnîşan kirin ku ev guhertina ku di çaryeka dawîn a hilbijartinan de hatiye kirin, ji bo ku MHP ji bendavê nekeve binê bendê ye. Nûneran diyar kirin ku divê bendava hilbijartinê di asta herî kêm de bê daxistin û di meclîsê de temsîliyeta wekhev bi rêbaza welatên demokratîk pêk tê, bête bicihanîn û gotin, “Ji bo temsîlkirina hemû pêkhateyan, rakirina her cure bendan, ya herî saxlem e. Bi vî awayî welatekî demokratîktir bi temsîliyeta wekhev pêk tê.”
HDP: Hemû planên wan wê li dijî wan derkeve
Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyun têkildarî guhertinên di qanûna hilbijartinê de wiha got: “Berê armanca sereke danîna benda ji sedî 10 têgihîştina kêmbûna nûnertiya kurdan di parlamentoyê de bû. Lê bi guhertinên ku di qanûna hilbijartinan de kirin, lîstoka xwe ya dawî lîstin. Em ti bendên hilbijartinê nas nakin. Çiqas bixwazin jî bişopînin jî dê hemû hesabên wan li dijî wan derkeve.”
CHP: AKP hewl da hevkarê xwe yê biçûk rizgar bike
Alîkarê Serokê Bajarê Wanê yê CHPê ku partiya sereke ya opozîsyonê ye Necdet Sofracî derbarê guhertinên di qanûna hilbijartinan de wiha dibêje: “Ji ber kombûna 6 partiyên mûxalefetê di nav AKPê de atmosfereke panîkê çêbû. Tevî ku van 6 partiyan hatin cem hev jî, pêşnûmeya qanûna hilbijartinê ya nû weke pakêteke tedbîran amade kirin û hewl dan şirîkê xwe ye biçuk rizgar bikin. Lê li gel vê pêkanînê divê her kes îradeya xwe nîşanî meclîsê bide û nêrînên xwe di meclîsê de bê nîqaşkirin. Ji bo ev pêk were em alîgirê rakirina bendavê bi tevahî ne. An jî girtina wê di asta herî kêm ango ji sedî 3 de dê ji bo belavbûna demokrasiyê bi vî awayî sûdmend be.”
Guhertinên di qanûnê de hatine kirin wiha ne:
-Benda hilbijartinê ya ji sedî 10 ku ji 10’ê Hezîrana 1983’an û vir ve hatiye tetbîqkirin daketiye ji sedî 7’an.
– Hejmara wekîlên ku ji aliyê partiyên îttîfaqê ve bên dayîn hat guhertin. Hejmara parlamenterên ku ji aliyê her yek ji partiyên siyasî yên ku tifaqê pêk tînin dê li gorî hejmara dengên ku li her herêmek di nava tifaqê de bi dest xistine were hilbijartin. (Di sîstema ku di hilbijartinên sala 2018an de hat sepandin, hejmara parlamenterên partiyên hevpeyman bi dabeşkirina tifaqê li ser hejmara dengên partiya siyasî hat hesabkirin. Ev sîstem di hilbijartinên borî de hat terikandin ji ber ku partiyên muxalefetê zêdetir bûn.)
– Ji bo ku partiyek siyasî bikare xwe bigihîne hilbijartinan, pêwîst e herî kêm li nîvê parêzgehan bê rêxistin. Partiyeke siyasî ku du caran li ser hev kongreya xwe ya navçe, parêzgeh û mezin li hev neke, di dema ku di yasaya Partiyên Siyasî de hatiye diyarkirin, mafê xwe yê beşdarbûna hilbijartinan ji dest dide. Bi vê guherînê re avakirina komê di TBMMê de ji bo Partiyên Siyasî têrê nayê dîtin.
– Wezîfeya ‘Dadwerê Bilind’ ku di lijneyên hilbijartinê yên parêzgeh û navçeyan de cih bigire hat rakirin.
– Partiya mafê wê heye ku endamên komîta sindoqan destnîşan bike; bêyî razîbûna xwe dê nikaribe endamekî din yê partiyê wek endamê komîteya sindoqan destnîşan bike.
– Serokkomar li derveyî qedexeyên xebaten hilbijartinê de hatiye diyar kirin. Ew dikare ger qedexe hebe jî propagandayê bik.
Hun dikarin nuçeya me berfirehtirin di vîdeoyê de bibinin.
Vîdeo-Montaj: Bariş Aslan
(lg)