1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Ozel: Ditirsin navekê li pêvajoyê bikin. Bila ji çavên dayikên Kurd û Tirkan rondik nebarin

Ozel: Ditirsin navekê li pêvajoyê bikin. Bila ji çavên dayikên Kurd û Tirkan rondik nebarin

featured
Serokwekîlê Koma CHPê Ozgur Ozel
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê CHPê Ozgur Ozel ragihand di pirsgirêka Kurdam de pêvajoyeke nû dest pê kiriye ku desthilat ditirse navekê lê bike û go, “Em piştgiriyê didin aştiya ku ji çavên dayikên Kurd û Tirkan rondik nebarin.”

SERHAT NEWS – Serokê CHPyê Ozgur Ozel îro di civîna koma partiya xwe ya li Parlamantoya Tirkiyeyê axivî.
“Em piştgiriyê didin aşîtiyê”
Ozel behsa pêvajoya nû ya aştiyê kir û got: “Di pirsgirêka Kurdan de pêvajoyeke nû dimeşe,Pêvajoyeke ku ew ditirsin navekê lê bikin. Pêvajoyek dimeşe ku vedişêrin ka dixwazin çi bikin.

Ew ji me re dibêjin hinek tişt dê çêbibin û piştgiriyê bidin vê yekê.
Em jî ji wan re dibêjin şefaf û vekirî bin. Pêvajoyê bînin Parlamentoyê û Parlamantoyê bixebitînin.”
Ozgur Ozel bangî desthilatê kir ku derbarê pêvajoya aştiyê de hemû civakê razî bike û got, “Razîbûna milet û wekîlên milet wergirin. Razîbûna saziyên civaka sivîl, malbatên şehîd û gaziyan, mexdûrên terorê û her kesê ku di vê pêvajoyê de bi salan e mexdûr bûye wergirin”
“Ev tenê ne karê şand û wezaretan e”

Serokê CHPyê amaje bi civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya li gel Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê da û got:
“Hatiye ragihandin ku dê Şandeya DEM Partiyê ji bo gavên yasayî yên ku dê bên avêtin de li gel Wezareta Dadê bicive.
Bêguman divê ev yek ne tenê bi rêya şand û wezaretan bê kirin, lê eger di vê hevdîtinê de zemînek ji bo Parlamentoyê bê çêkirin, divê bê kirin.”
Ozel behsa helwêsta desthilatê ya derbarê nerînên wan a li ser çareseriya pirsgirêka Kurdan jî kir û got:
“Dema ku em dibêjin sererastkirinên yasayî, Parlamento û yasa,  ew ji me re dibêjin çima hûn nabêjin Tirkiyeya bê teror?
Dema ku em dibêjin divê meseleya Kurdan bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, yên ku dibêjin meseleya Kurdan nîne û tenê pirsgirêka terorê heye, niha dema ku lingên kar dikevin avê, em dibînin ku êdî hêdî hêdî dest bi axaftina sererastkirin û guhertinên yasayî dikin.
Rewşa ku îro ew kesên wan rojan gelek gotinên vala û bê bingeh dikirin û Partiya Gel a Komarî tawanbar hatiyê diyar e.”
Serokê CHPyê di berdewamiya axaftinên xwe de tekez kir ku tevî her tiştî ew dê piştgiriya pêvajoyê bikin û got:
“Tevî ku em dizanin vê desthilatdatê ji demokrasî, biratî, yekîtî, maf, hiqûq û edaletê para xwe wernegirtiye û di bingeha xwe de jî bi ti awayî ev yek li cem nebûne, em piştgiriyê didin her cûre aştiya ku şehîd neyên, ji çavên dayikên Kurd û Tirkan rondik nebarin, êdî xwîn nerije û pereyên zêde ji bo van karan neyên veqetandin.
Em li gel her cûre muzakere, aştî û hewldana ji dil a di vî warî de dibin ku sûdê bigihîne paşeroja Tirkiyeyê. Em piştgiriyê didin Tirkiyeya bê teror.”

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ozel: Ditirsin navekê li pêvajoyê bikin. Bila ji çavên dayikên Kurd û Tirkan rondik nebarin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Deneme Bonusu Veren Siteler Deneme Bonusu Veren Siteler Deneme Bonusu bahis sitelericasino siteleri