1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Temel: Tu nakokiyên me bi Kiliçdaroglu re nînin

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Temel: Tu nakokiyên me bi Kiliçdaroglu re nînin

featured
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel têkildarî hevdîtina Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar a bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu re got: “Di encama nîqaşan de jî me dît ku li ser mijarên demokrasiya xurt, dadgeriya serbixwe û bêalî, bidawîkirina qeyûman û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de, tu nakokî me bi birêz Kiliçdaroglû re nîn e.”

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Parlamenterê Wanê Tayîp Temel li ser pêvajoya hilbijartinê ji Ajansa Nûçeya a Firatê (ANF) re axivî. Temel anî ziman ku partiya wan bi karê xwe, bi helwesta xwe di siyaseta welêt de diyarker e û got, “Em avakar in. Bala hemû derdoran li ser me ye. Bi vê têgihiştinê, li ser bingeha berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên xwe, me di 27’ê Îlona 2021’ê de pîvanên xwe yên li ser siyaseta welêt bi deklarasyonekê eşkere kir. Me ew pîvan danîn ku mirovên xwe weke ‘alîgirê demokrasî û azadiyê nîşan didin’ nikarin li ber rabin. Me ev pîvan jî bi 11 sernavan destnîşan kir. Ev yek di heman demê de bangek bû. Me bang kir ku têkildarî pirsgirêka kurd û pirsgirêkên mezin ên welêt em li ser pîvanan nîqaşê bikin. Jixwe me navê ‘Deklarasyona Bangê ji bo Edalet, Demokrasî û Aştiyê’ lê kir. Helwesta me ya li ser pêvajoya hilbijartinê ji destpêkê ve li ser bingeha van pîvanan xwe dispêre demokrasî û azadiyê.”

Hevdîtina bi Kiliçdaroglu re  

Temel anî ziman ku ji bo hilbijartinên serokkomariyê jî wan gotin, li şûna nav ew nîqaşê li ser van pîvanan bikin û wiha dewam kir: “Di encama nîqaşan de jî me dît ku li ser mijarên demokrasiya xurt, dadgeriya serbixwe û bêalî, bidawîkirina qeyûman û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de ku pîvanên me ne, bi birêz Kiliçdaroglû re nakokiyeke me nîn e. Ez dixwazim careke din destnîşan bikim, alîgirên demokrasî û azadiyê nikarin li ber van pîvanan rabin. Ev pîvan ji bo civakê bi qasî nan û avê girîng in. Lewma em di pîvanên xwe de bi israr in. Pratîka me jî wê li gorî vê be. Hevdîtina ku me bi birêz Kiliçdaroglû re li meclîsê kir li ser vê bingehê pêk hat.”

‘Hilbijartina vê carê krîtîk e’

Tayîp Temel destnîşan kir ku hilbijartina vê carê hilbijartina herî krîtîk e, lewma jî rêbaza herî rast ew bû ku bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinê bibin ku ev yek hîn bêhtir bi kêrî bindestan, karker û kedkaran tê. Temel got, “Lê belê partiya TÎP’ê ku di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de ye, xwestiye ku di bin sîwanê tifaqê de bi logoya partiya xwe tevlî hilbijartinê bibe. Di encama danûstandinên demdirêj de encameke bi vî rengî derkete holê. Bê guman zor û zehmetiyên vê tercîhê hene. Ji ber ku ji ber qanûna hilbijartinê ya nû her partiyên li nava tifaqê ji ber berpirsyar e. Weke tifaq eger bi dengên giştî derfeta wergirtina wekîlekî hatibe bidestxistin jî ji ber ku deng wê li nava sê partiyan bê belavkirin, mixabin dibe ku hingî wekîl ji dest biçe. Her wiha rîsk heye ku ew wekîl ji partiyeke cuda re biçe.”

‘Em bi eşqeke mezin dixebitin’

Temel destnîşan kir ku dilê gelan bila rihet be û got, “Em bi eşqeke mezin dixebitin, her cure rîskê dinirxînin. Em tedbîrên xwe werdigirin. Cihê fikarê nîn e. Tişta bê kirin gelekî rihet e. Yekane tişta ku welatiyên me bikin ew e ku li her dera lê ye mohra ‘erê’ li binê logoya Partiya Çep a Kesk bixin. Li cihê ku me logoya ji dara bi gewdeya mor a Partiya Çep a Kesk dît, dema ku me mohra xwe li wir xist, hingî pirsgirêk namîne. Di vê hilbijartina girîng de eger em Partiya Çep a Kesk ku nûnerê bindest, karker û kedkaran e bi şêweyê herî xurt tev li meclîsê bikin, hingî wê hemû lîstik û rîsk bêne beralîkirin.”

Tayîp Temel diyar kir ku hilbijartinên 2023’yan ji bo çarenûsa welêt gelekî girîng in û got, “Li pêşiya me du rê hene. Ya em ê faşîzmê rawestînin, ya jî faşîzm wê xurtir bibe û bêhnê li civakê biçikîne. Wekî din riyeke cuda li ber me nîn e. Lewma hilbijartinên 14’ê gulana 2023’yan wê bibe hilbijartina herî krîtîk a dîrokê.”

Armanca derxistina 100 parlamenteran e

Temel ragihand ku di Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê û sîstema parlamenter de pêvajoyên qanûndanînê, parlamento girîng e û got, “Eger Partiya Çep a Kesk bi 100 wekîlan bikeve parlamentoyê wê di siyaseta Tirkiyeyê de bindest, mirovên mafên wan hatine binpêkirin li parlamentoyê, di avakirina qanûnan de diyarker bin. Ya herî girîng jî wê di diyarkirina rêveberiya nû de xwedî rol bin.”

Temel bi bîr xist ku ew bi Partiya Çep a Kesk dikevin hilbijartinê û got, “Logoya Partiya Çep a Kesk û HDP’ê dişibin hev. Ev jî ji bo me avantajeke mezin e. Ji bo mirovên me yên ku bi xwendin û nivîsandinê nizanin şibandina logoyan girîng e. Em ji kevneşopiyeke welê tên ku bi ben pûsûla dihate pîvandin. Em ê serdana her malê bikin û Partiya Çep a Kesk bidin naskirin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Temel: Tu nakokiyên me bi Kiliçdaroglu re nînin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *