Parlamentoya Girava Korsîkayê li ser rapora otonomiyeke berfireh duh rûniştineke taybet li dar xist.
Rapora otonomiyê bi însîyatîfa serokê desteya rêvebir a Korsîkayê Gilles Simeoni ve hate amadekirin. Belge daxwaza otonomiya xwedî erka qanûnçêkirinê di hundirê xwe de dihewîne.
Li gorî vê, ji bilî têkiliyên derve, parastin û sîstema siyasî-aborî pê ve, Parlamentoya Korsîkayê wê bikaribe di hemû qadan de qanûnan çêbike.
Hukumeta Korsîkayê dixwaze Fransa bi riya Destûra Bingehîn otonomiyê nas bike û hevokek derbarê Korsîkayê de di destûrê de bi cî bike.
Eger Fransa vê qebûl bike, wê hevoka derbarê otonomiya Korsîkayê de têkeve reforma Destûra Bingehîn.
Serokomarê Fransayê Emanuel Macron dixwaze vê reformê di 2024’an bîne rojeva parlamentoyê.
Du daxwazên din ku hukumeta Korsîkayê li dûv e, erka welatîbûnê û fermîbûna zimanê Korsîkî ligel Fransî ye.
Hukumeta Korsîkayê dixwaze biryarên derbarê welatîbûna kesên ji derve tên giravê di destên wê de be.
Muzakereyên bi Fransayê re
Bi vî awayî, Korsîka dixwaze pêşî li guherîna koça Fransîaxêvan bigire û demografyaya xwe biparêze.
Bi riya fermîbûna Korsîkî jî hukumeta herêmî dixwaze prestîja ziman bilind bike û wê biparêze.
Niha di qonaxa yekemîn de hukumeta Simeonî hêvî dike, pêşniyaza ji bo otonomiyeke berfireh di parlamentoya giravê re derbas bibe.
Piştî vê jî armanc ev e, belgeya hatiye qebûlkirin bi Fransayê re bê muzakerekirin.
Lewma jî Serokê Korsîkayê Simeoni çi serxwebûnxwaz çi jî otonomîxwaz, dixwaze hemû partiyên mixalif ji bo belgeya di rojeva parlemenê de qayil bike.
Girava Korsîkayê
Girava Korsîkayê, cihê ji dayîkbûna Napolyon Bonapart e. Bi çand û zimanê xwe ji Fransayê cihetir e. Di warê erdnîgariyê de zêdetirê nêzî Îtalyayê ye. Girava Korsîkayê ji sedsala 18’emîn vir ve girêdayî Fransayê ye. Girav her wiha herêma herî xizan ya Fransayê ye û ev demeke doza otonomiyeke berfireh ji Fransayê dike. Korsîka a niha bi xweseriyeke sînorkirî tê birêvebirin û xwedî parlamentoyekê ye. (ÎnfoWelat)
Serhat News