Pêla operasyonan berdewam e: Hejmarek zêde kes hatin desteserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de li 5 bajaran bi avayekî hemwext polîsan bi ser malan de girtin. Hat ragihandin ku di encama operasyonê de hejmarek zêde welatî hatine desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de polîsan li bajarên Mêrsîn, Enqere, Antalya, Îzmîr û Edeneyê bi awayekî hemwext bi ser 28 navnîşanan de girtin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di encama serdegirtinên malan de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) û xizmên girtiyan hatin desteserkirin. Hat diyarkirin ku lêpirsîn bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” û “Alîkariya madî ya bi girtiyan re” hatiye destpêkirin. Hat hinbûn ku polîsan di vê çarçoveyê de bi avahiya avahiya TUAY-DER a Çukurovayê de jî girtiye û heta ku ev nûçe dihate amadekirin lêgerîna di avahiyê de hêj berdewam bû.

Navên çend kesên hatin binçavkirin wiha ne: Rêveberê Çukurova TUAY-DER’ê Selîm Ekîcî, Cengîz Dere yê DBP’î û Kadrî Ezer.

Li navçeyên Nisêbîn û Qoser yên Mêrdînê jî di vê çarçoveyê de operasyonek hatiye lidarxistin. Li gor heman ajansê hatiye destnîşan kirin ku di encama serdegirtinên malan yên li gundê Menderê yê Nisêbînê de, Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê Şiyar Koç, keyayê gund Faris Alak û welatiyê bi navê Firat Demîr hatine desteserkirin.

Li navçeya Qoserê jî Hevserokê DBP’a navçeyê Mahmût Damar û welatiyên bi navê Metîn Yilmaz û Samî Îldem hatind desteserkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn bi îdiaya “alîkarîdayîna rêxistinê” hatiye destpêkirin. Tê gotin ku hejmara binçavkiriyan dibe zêdetir bibe.

 Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Pêla operasyonan berdewam e: Hejmarek zêde kes hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *