1. Haberler
  2. Taybet
  3. Pêxemberek rabû ji Colemêrgê: Şêx Adî

Pêxemberek rabû ji Colemêrgê: Şêx Adî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şêx Adî di sala 1075’an de li hawirê Colemêrgê ji dayîk bûye. Navê wî yê hêmanî Şerefedîn e. Navê bavê wî Misafir e. Ji aliyê kes , herêm û girseyan ve jê re weki Şêx Şerefedîn hatiye binavkirin. 

Navê wî Adî an jî Edê ye. Jê re digotin Şêx Adî. Şêx esl û bingeha xwe ji Colemêrgê ye û ji eşîra Tîrahîyê ye. Şêx Adî li herêma Colemêrgê dest bi xwendin û perwerdeya xwe kiriye. Şêx Adî li gelek medreseyan geriyaye, li ber destê gelek mamosteyan ders standiye. Ji bo perwerdeya xwe çûye Şam,Heleb, Bexda, Musil û Amedê. Ev gera wî ya medresan bûye sedema gengeşa, nîqaşên li ser ji ku bûn û bingeha wî. Li gelek medreseyên têvel maye û ev mayîna wî bûye sedema nîqaşa li ser malbat û eslê wî. Hinek dibêjin ji Şamê ye , hinek dibêjin ji Musilê ye. Ev gengeşe, nîqaşên bêşul dixwazin şopên bingeh û eslê wî pê bidin berze kirin. Wî ji hemî demî de şerbeta bextreşiya zana,leheng,rewşenbîr û alimên kurdan vexwariye.

Feqî Huseyn Sagniç derbarê Şêx Adî de wiha dibêje; “Şamî ye, Musilî ye, Bexdayî ye gotin. Bi xwezayî yên ku Colemêrgî jî digotin hebûn. Heman gotin der barê malbata wî jî dihat gotin. Giraniya gotaran di nav malbatên Ereban de li malbata wî digeriyan. Ev bûyer ne bi tenê ji bo Şêx Adî tê gotin. Çiqas leheng, zana, navdar û hişmendên kurd hene, bi heman  bextreşiyê li dûrkirina ji binyata wan dixebitin.”

Gelek dîrokzan, lêkolîner dibêjin Şêx Adî ji êla Emewî û ji netewa ereban e. Yên di vî fikrî de pir şaşin. Di nav şaşitiyek mezindane lewra Şêx esl û feslê xwe kurd e. Di Ansiklopediya İslamiyetê de dibêje Şêx li bajarê Suriyê li gundê Beytifarê ji dayik bûye. Li  geliyê Bekayê li Libnanê hatiye cihanê. Binyat û malbata wî ereb dipejirinin. Lê mixabin ev şaşitî ji bêxwedî û bêsemyanan kurdan tê. Pir xêrnexwazên kurdan yên heyî. Kurdan dîroka xwe nenivîsiye, xwedî li nirxên xwe derneketine. Herdem dîroka wan biyaniya nivîsiye û nirx , çanda wan ji bo xwe kiriye mîrat. Ew jê bêpar hiştine. Ji ber vê yekê ji dîrokvanên ereban Şêx Adî weki kesatiyekî ereb nivîsiye û arşivek şaş tomar kiriye. Tomarkirina vê arşiva şaş bûye sedema dîrokeke şaş. Di vê mijarê de, emê dor bidine kesinan ka der barê Şêxê me de çi dibêjin:

Îbnê Xelkanê Hewlêrî jî di pirtûka “Wefiyatîl E’eyan”de dibêje:”Şêx Adî kurê Misafir li gundê Beyt Qarî ya Elbakê hatiye perwerdekirin. Ew zilamekî xwedanas û parêzgar bûye û nav û dengê xwedanasiya wî li her cihî deng daye û belav bûye. Ji ber vê yekê gelek kes bûne alîgir û peyrewên wî.”

Şêx zeynedin di beşa duyem a “Tarîxa Îbnê El Werdî de”dibêje:”Ev xwedanasê mezin li Elbakê ji dayik bûye û di temenê ciwaniyê de çûye Mûsilê û gelê wê herêmê bawerî bi wî aniye û bûne alîgirê wî. Mamoste Yaqûp Serkîş di pîrtûka xwe Mebahîs El Eraqiye de dibêje:”Şêx Adî kurê Misafir kurê Ehmed ji kurdên Tîrahî ye. Lewra êla Tîrahî yek ji êlên bakurê Kurdistanê ye û rejeya wan nêzîkî hezar û pênc sed malbatî ye û niha li bakurê Amedê dijîn. Di pirtûka keşeyê nestûrî Ramîşu(1452 yê zayînî) û birêz dibêjin, Şêx Adî di warê qewmî de kurd û di hêla baweriyê de ji Serahî( Zerdeştî) bû (Tarîxa Mûsilê). Ev dîrokzan palpişt dikin ku Şêx kurd e û di  kurdbûna wî de tu şik û gumanek tune ye. Yên ku wî kurd nabînin, napejirinin xêrnexwazên kurd in. Hinek kesên xêrnexwaz hişê kurdan ya dîrokî tarûmar kiriye. Gelek bê bîr û bêhiş nikare li xwedî nirxên xwe derbikevin. Şêx Adî di hişê kurdan de wekî şeytan perest hatiye neqişkirin. Kurd li vî pêxemberê mezin semyan derneketine. Yê li şopa wî çûyî ji wek alîgirên şeytan hatine pejirandin. Bêhevkariyek xistiye di nav kurdan de. Ji ber van sedeman kurdan Şêx Adî û Êzîdî çi çaran wekî kurd nepejirandine. Ev bêhevkariye ji hatiye şulê serweran.

Gelo çima kurd Şêx Adî wekî pêxember napejirinîn? Mercên pêxemberiyê çi ne? Ji bo Şêx Adî ji pîrtûkek pîroz hatiye. Jê re dibêjin Mishefa Reş. An ku pîrtûka reş. Wekî hemû pîrtûkên ji bo pêxemberên cihû û ereb ji hatî xwarê ev pîrtûk ya ji bo Şêx Adî nazir bûyî. Qala afirandina gerdûn, xweza û mirovan dike. Qala rêz û rêzikên ol û jiyana cîvakê dike. Ne kêmî her çar pîrtûkên din ên asîmanîne. Ev ji bi riya milyaketa hatiye xwarê û mizginî daye Şêx. Şêx qazîdê navbira cîvakê Êzda ye. Peywira mizgîniya Êzda û Mishefa Reş ragihandiye kurdan. Bi vê mizginiyê dixwast yekîtiya kurdan damezirine. Kurdan dibin banê ola Êzîditiyê de bike yek. Ramanên ola Şêx Adî ji rayên çand, nirxên kurdewariyê dihatin. Serkaniya ola Şêx Adî Zerdeştî bû. Ramanên Zerdeştiyê êl û hozên kurd dibin ala Medan de kiribûn yek û yekitiya kurdan li hember Asuriyan avakiribû. Vêca Şêx Adî dixwast bi ramanên Êzîditiyê kurdan bike yek netew. Rola pêxemberiya Şêxê mezin ev bû. Ev mizginî dida gelê xwe. Lê gelê wî hate leyîsk û gelemorên serweran ew wekî şeytan perest dipejirand. Li pêxemberê xwe derneketin. Gava Şêx bû pêşeng , serokê gel. Gel li derdorên wî kom bûn. Tirs kete dilê serwer,dijminên kurdan. Dest bi bangaşa reşkirina Şêx kir. Gotin Şêx ji êla emewiya ye û digihe mawiye. Neyarê ol , îman û pêxember e. Baweriyê bi şeytan diîne, ji bo xweda şirîka çêdike. Li ser van reş kirin , qirêjiyan kurdên misliman li hember Şêx kirin dîjmin. Kurdan bîr û bawerî bi gotin , bangeşeya serweran anî. Pêxemberê ku li Colemêrgê rabûyî ma bêpişt û bêhevkarî. Fars, Ereb û Tirkan li ser bangeşeya ola islamê ked û xebatên Şêx Adî vala derxistin. Kurd bi ola islamê xapandin û li hevdu kirin neyar. Bi hevdu dan kuştin. Nehiştin ola Êzdan bigihe armança xwe. Yên bûyî Êzîdî bi darê zorê kirin islam. Ola Êzdan demildest fetisandin. Şêx Adî wiha dibêje ji bo kurdan.

HEQO TU PADİŞAH Î

XWEDANÊ MÊHR Û MAH Î

REZAQÊ CİN Û ÎNS Î

XWEDAYÊ ALEMA QUDS Î

MIZGÎNİYÊ BIBIN KURDISTANÊ

BILAV KEN DEFTERA ÎMANÊ

Di vê helbesta xweda bang li yekîtiya kurdan dike. Deftera îmana Êzdan belav bikin an ku li dor ramanên êzdî kom bibin û bi rêxistin bikevin. Kurdan ev mizgînî fêhm nekir û li hember serihildan , li gel neyarên bav û dapîran tevgeriyan. Nezanin li pêxemberê xwe xwedî derbikevin. Kurdan wekî herdem bûn alîgirên goştfiroş û aliyê serwerên xwe girtin. Kurd bo xwe kosî girin û bo xelkê masî girin.

Şêx Adî sala 1162 li Colemêrgê çû ser dilovaniya xwe.

Çavkanî: Dîroka Wêjeya Kurdî, Feqî Huseyn Sagniç

Dîroka Kurd û Kurdistan. Mihemed Emîn Zekî Beg

Mehmet Gur

Fikr û ramanên di nivîsê de, yên nivîskarîne. Dibe ku polîtiqaya weşana Serhat Newsê nede nîşandan.

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Pêxemberek rabû ji Colemêrgê: Şêx Adî
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *