Li Hatayê jinek piştî 176 saetan ji binê kavilê erdhejê bi saxî hate rizgarkirin.
Li Hatayê, jina bi navê Serap Donmez ku di bin kavilê erdhejê de mabû ji aliyê tîjmên lêgerîn û rizgarkirinê ve bi saxî hate rizgarkirin.
Li Taxa Cebraîl a navçeya navendê Antaqyayê li Apartmana Gençê ji hêla ekîbên lêgerîn xilaskirinê yên AFAD, UMKE û Ummanê xebat hat meşandin.
Ekîban tesbît kir ku di bin kavilan da keseke sax heye.
Di encama xebatan da di saeta 176’emîn a erdhejê da Serap Donmez hat xilaskirin
Piştre Donmez ji nexweşxaneyê re hate veguhestin. (AA)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver