Jina penaber a bi navê A.K., 9 sal beriya niha ji Îranê hatiye Wanê û di dema nexweşxaneyê de dihate dermankirin rastî tecawizê hatiye. Piştî vê bûyerê A.K., di warê derûniyê de gelek pirsgirêk jiyan kirine. Kurê wê yê 11 salî jî nexweşê diyabetê ye û ew hewl dide tevî hemû pirsgirêkên aborî û derûnî li ser piya bimîne.
Pirsgirêkên ku penaber jiyan dikin her roj diçe zêdetir dibe. Nemaze pirsgirêkên jinên penaber ji hemûyan girantir in. Jina penaber a bi navê A.K. 9 sal beriya niha ji Îranê koçî Wanê kiriye. Dayîka zarokeke 11 salî A.K., 45 salîye û ew piştî penabertiyê bi gelek pirsgirêkên giran re rû bi rû maye. K., li Îranê her tim rastî tundiya hevserê xwe yê polîs hatiye û bi vê sedemê koçî Wanê kiriye û bûye penaber. Ew her wiha dema li Îranê jiyan dikir, rastî tecawiza bi darê zorê yê hefserê xwe jî hatiye. Dibêje ku wê xwe li hember van zor zehmetiyan nekariye bigire û wisa ketiye ser rê û hatiye Wanê.
Rêwîtiya koçberiyê
Jina penaber K., bi berdewamî behsa rêwîtiya xwe ya di dema koçkirinê de jî bilêv dike û tevî vê dibêje bo wê pirsgirêka herî mezin rewşa kurê wê yê nexweşê diyabetê ye. K, anî ziman ku biboneya welîtiya (Velayet) zarokê wê ne li ser wê bûye, ji neçarî bi komeke zilamên Afganî ya ji 50 kesan pêk dihat, hewl daye sînor derbas bike, lê ev ceribandina wê serneketiye û ji aliyê polîsê Îranê ve hatiye girtin. Ew di vê derbarê de wiha dibêje: “Polîsê Îranê em ji sinor şandin cihek din. Piştî du heftêyan min cardin hewl da ji sînor derbas bikim. Dema ez ji sînor derbas bûm, tirs kete dilê min. Zorokê min wê çaqê 4 salî bû. Min ne dikarî ez li Îranê bimînim. Hevserê min ê berê her tim gef li min dikirin.”
Di odeya nexweşxaneyê de tecawiz
K., di axaftina xwe de her wiha behsa pirsgirêkên xwe yên tenduristî jî kir û wiha berdewam kir: “Di sala 2019’an de ez ji pişta xwe çar caran emeliyat bûm. Ez di nexweşxaneyê de 9 mehan tenê serê xwe mam.” Di vê qonaxê de K., êdî nikare rondikên xwe asteng bike û bi dilek xemgîn rondikan dibarîne. Piştî demekê nefesek ji kûr hilda û cardin dest bi axaftinê kir: “Di dema ez li nexweşxaneyê de bûm. Alîkarê midûrê dibistana ku kurê min lê dixwend, her tim pirsa min ji wî dikir. Piştî ku hîn bû ez li nexweşxaneyê me, rojekê hat serdana min. Ez di odeyê de tenê bûm. Tu kes li cem min tunebû. Ji ber ku ji emeliyatê nû derketibûm, li ser min tenê kincê emeliyatê hebû. Bi tesîra dermanan jî haya min ji min tunebû. Ez ne li ser hemdê xwe bûm. Wê demê nêzî nîv saetê wî tecawîz li min kir. Tişteke gelek bi xof bû. Gelek eziyet li min kir. Şûn ve polîsên Şaxa Biyaniyan hatin wê derê. Ez bûm gilîke. Min gilî kir. Doz hate vekirin û 5 sal ceza dane wî. Lê ez nizanim ka ew di girtîgehê de hate ragirtin an na. Du caran danişîn pêk hat. Wî, di herdû danişînan de jî got, ‘Bêbextiyê li min dike’. Lê dozger zanî ew sûcdar e û ceza li wî birî.”
K., dibêje ku ew hêj jî ji alîkarê midûrê dibistanê ditirse û wiha axivî: “Ez nizanim ka ew kese di girtîgehê de ye an na. Lewra ew ji vê derê û xwedî eşîr e. Gelek caran gef li min kirin. Dibêje here bajareke din. Ez çûm Stenbolê. Ew der gelek biha bû. Ez vegeriyam Wanê. Tu kesê min tuneye, bi jineke bi tenê serê xwe me.”
Serlêdanên bo welatê sêyem bê encam dimînin
Ew li aliyekê serpêhatiyên xwe vedibêje û aliyê din jî rondikan dibarîne. Rewşa kurê wê yê nexweş bi gotina wê derdê herî giran e. Hem tenê jiyankirin û hem jî rewşa kurê wê, K., xistiye nava rewşeke pir bi giran û aloz de. Ew dibêje ku bo dermankirin û perwerdeya zarokê xwe dixwaze ji Tirkiyeyê biçe welateke din. Da zanîn ku wê serlêdan bo çoyîna welatê sêyem kiriye, lê belê bi avayekî dilşikestî û bê hêvî, dibê je heta niha tu encam bidest nexistine.
‘Jiyan zehmet e!’
K., diyar kir ku di warê aboriyê de ji gelek zehmetiyan dikişîne û wiha berdewam kir: “Divê ez bixebitim, lê mixabin ji ber kurê xwe ez nikarim. Mehê bo zarok 3 hezar TL didin me. Di nava mehê de heta sê caran ez wî dibim nexweşxaneyê. Ew li vir nayê dermankirin. Bi neçarî ez wî dibim Stenbolê. Kurê min nexweşê diyabetê ye. Divê baş bê xwedî kirin. Lê ez nikarin tiştek bistînim. Tenê dikarim meqarne bidim wî. Mehekê biçe dibistanê, du mehan di nexweşxaneyê de dimîne. Kurê min gelek zîreke, lê ji ber nikare biçe dibistanê, tiştek hîn nebûye. Jiyan pir zehmet e!”
Serhat News