Hat ragihandin ku hejmara kesên piştî teqîna li Kolana Îstiklalê ya Stenbolê gihiştiye 50 kesî.
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, destnîşan kir ku hejmara kesên ji ber teqîna li kolana Îstiklalê ya navçeya Beyogluya Stenbolê hatine desteserkirin, derketiye derket 50 kesan.
Bekir Bozdag di Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê de têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Hejmara kesên ji ber teqîna li Stenbolê hatin binçavkirin derket 50’an.”
Di 13’ê Mijdarê de li Kolana Taksîm a navçeya Beyoglu ya Stenbolê êrîşek bi bombeyî pêk hatibû. Di encama êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabû û zêdetirê 80 kes jî birîndar bûbûn.
Serhat News
(lg)
Jêder: MA Kurdî