1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Piştî vekişina ava Gola Wanê berhemên dîrokî derketin holê

Piştî vekişina ava Gola Wanê berhemên dîrokî derketin holê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, piştî ava Gola Wanê ji ber hişkesaliyê ku li heremê bi bandor e vekişiyeye bermahiyên dîrokî yên ji dema Ûrartûyan mayî, derketin holê.

Piştî vekişina ava Gola Wanê berhemên dîrokî derketin holê - Pisti vekisina ava Gola Wane berhemen diroki derketin hole 7

Ava Gola Wanê ji ber ku îsal şilî û berf gelek kêm barî û her wiha bi sedeba germbûna kurewî nêzî, 2 kîlometreyan paşve kişiyaye. Tevî paşvekişîna avê li Taxa Çelebîbax ya bi ser navçeya Erdîşa Wanê li herema Madavankê bermahiyên dîrokî yê ji serdema Ûrartûyan derket holê.

Piştî vekişina ava Gola Wanê berhemên dîrokî derketin holê - Pisti vekisina ava Gola Wane berhemen diroki derketin hole 4

Bermahiyên îskeleyê derketine holê

Li wir bi ser tehtê sereke bi teşeya “T”yê 3 nîş, îskeleya bi qewartina teht hatiye çêkirin û her wiha merzelên di tehtê sereke de vedayî hene.

Piştî vekişina ava Gola Wanê berhemên dîrokî derketin holê - Pisti vekisina ava Gola Wane berhemen diroki derketin hole 1 sereke 1

Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu û Midûrê Muzeya Wanê Fatih Arap çûn herêma ava wê vekişiya û li berhemên derketin holê lêkolîn kirin.

Piştî vekişina ava Gola Wanê berhemên dîrokî derketin holê - Pisti vekisina ava Gola Wane berhemen diroki derketin hole

‘Ev cara yekem ku 3 nîş bi hevre hatine dîtin’

Çavuşoglu bal kişand, bi kêmbûna ava golê va cihên parestinê yên bi teşeyê “T”yê derketin holê û wiha dewam kir: “Nîşên di teşeyê T’yê da wekî em ji Keleha Wanê jî dizanin, qadên perestinê ne ku li ser teht bi qewartine ve hatine çêkirin û di sewiyeya meşa mirovan da ne. Taybetiya herî mezin a van deran ew e ku însan ji bo kirina rîtuelên dînî tên vir û alav û boraqên ku pêşkêşî xwedayê xwe dikin, datînin vir. Heta niha ev cara yekem e ku li rex hev 3 nîş tên dîtin û ev jî ji hêla arkeolojiya Urartuyan xaleke girîng e.”

Piştî vekişina ava Gola Wanê berhemên dîrokî derketin holê - Pisti vekisina ava Gola Wane berhemen diroki derketin hole 10

Fatih Arap jî derbare mijarê de nêrînên xwe parve kirin û wiha pêde çû: “Ev der qadeke perestinê ye. Bi vekişîna ava Gola Wanê va em cara ewil li vir merzelekî ku em di lîteratura Ûrartûyan da dizanin û bi vedana tehtê sereke ve hatiye çêkirin dibînin.” (AA)

Piştî vekişina ava Gola Wanê berhemên dîrokî derketin holê - Pisti vekisina ava Gola Wane berhemen diroki derketin hole 6
Piştî vekişina ava Gola Wanê berhemên dîrokî derketin holê - Pisti vekisina ava Gola Wane berhemen diroki derketin hole 5
Piştî vekişina ava Gola Wanê berhemên dîrokî derketin holê - Pisti vekisina ava Gola Wane berhemen diroki derketin hole 8
Piştî vekişina ava Gola Wanê berhemên dîrokî derketin holê - Pisti vekisina ava Gola Wane berhemen diroki derketin hole 9

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Piştî vekişina ava Gola Wanê berhemên dîrokî derketin holê
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *