Endamên nû yên Polîtburo ya YNK’ê diyar bûn. Dr. Xesrew Gul bû cîgirê serok û Seedî Ahmet Pîre jî weke berdevkê partiyê hate hilbijartin.
Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) di 28’ê îlonê de 5’emîn Kongreya Giştî li dar xist. Bafil Celal Talabanî careke din bi piraniya dengan weke serok hate hilbijartin. Civîna ewil a YNK’ê ya piştî kongreyê duh hate lidarxistin.
Di civînê de endamên Polîtburoyê yên nû hatin hilbijartin. Dr. Xesrew Gul weke cîgirê serok, Seedî Ahmed Pîre jî weke hevberdevkê partiyê hate hilbijartin.
Endamên din ên Polîtbûro ya YNK’ê ev in: “Şanaz Îbrahîm Ahmed, Kubat Talabanî, Îmad Ahmed, Derbaz Kusret Resûl, Şalaw Kusret Resûl, Aso Mamend, Dr. Ciwan Îhsan, Rafet Abdullah, Şalaw Alî Asker, Telar Latîf, Burhan Saîd Sofî, Ahmed Heme Haşim (Şêx Ahmaed Nokan), Nizar Amedî û Hawrê Daro Şêx Nûrî.” (MA)
Serhat News