Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê ev çend mehin jibo parêzaran qursên zimanê Kurdî daye destpê kirin û ev qurs rastî eleqeyek baş tê.
Baroya Wanê, jibo ku parêzer bikarin di dadgehan de bi Kurdî lîkariya hiquqî bidin muwekîlên xwe qursa zimanê Kurdî daye destpê kirin. Di qursa ku meha Îlone dest bi dersan hatiye kirin de li çar polan dersên Kurdî tên dayîn. Endamê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê parêzer Kadîr Kutevî ku derbarê xebatên komîsyonê de agahî dan Serhat Newsê diyar kir ku heyamek perwerdeyê ya baş derbas kirine û pişti betlaneya havînê di meha Îlonê de wê cardin dest bi dersan bikin.
Çar pol dersê dibînin
Kadir Kutevî endamê Komîsyona Baroya Wanê derbarê xebatan de agahî dan û armanca vekirina qursan wiha rawe kir: “Kar û xebatên me yen dersên zimanê Kurdî, di çar polan de berdewam dike. Polêk me ji xwe meha berê xelas bû. Bo ji serkeftina wê em keyfxweşin. Di serî de me ji bo çi vî karî kir? Parêzerên me yên li heremê di warê wergeriyê de gelek pirsgirêkan dijîn. Di dadgehêde wexta ku Kurdek tê darizandin vê darizandinê da gelek xetere û zirarê dibînin. Me got em li hember vê yekê bisekinin.”
‘Xebatkarên dadgehê ji ber tirsê tevli nebûn’
Di berdewamiyê de Kutevî anî ziman ku xwestine xebatkarên dadgehan jî ku gelek caran di dadgehan de wekî tercuman tên bikaranîn tevli vê xebatên bikin û wiha axivî: “Armancek me din hebû. Me xwest em xebatkarên dadgehê ku gelek caran wekî tercuman tên bikaranîn jî tevli vê xebatê bikin. Lê mixabin ji ber tirs û xofa ewlehî ew tevli nebûn.”
Kutevî herwiha got ku bo parêzerên ji heremên wekî Behdînan, Botan û Amedê hatine û devokên wan cudane baştir hevdû fêm bikin wan ev qurs daye destpê kirin.
Kutevî derbare rewşa dawî xabatê de jî hin agahî dan û wiha pêde çû: “Me meha Îlonê destpêkir û heta naha bi xêr û bereket diçê. Bi vî alî em gelek serfiraz û keyfxwaşin. Niha jî xwendekarên me wekî berê berdewam dikin. Meha Hezîranê emê xelasbikin. Piştî havînê di meha Îlonê de em ê cardin destbi kar û xebatê xwe bikin.
Kutevî: Em dixwazin hijmendiya li hember Kurdî ya xerab ji holê rakin
Kutevî dibêje ku ji bilî xebatên zimanê Kurdî hin xebatên wan ên din jî hene û wiha axivî: “Kar û xebatên me yên dersên zimanê Kurdî bes ne dersên Kurdîne ji bilî van jî hin xebatên me yên din jî hene. Em dixwazin hijmendiya li hember Kurdî ya xerab ji holê rakin. Wekî mînak di televîzyonên Tirkan de hin caran derbarê Kurdan de gotinên nexweş tên gotin. Li hemberî vê ji em doz vedikin. Lê mixabin jiber ku dadgeh xwedî hişmendiyek nijadparêzin encam nayê girtin. Em dixwazin, hijmendiya ku Kurdî weke ‘Zimanê koletiyê ye, Tirkî jî weke zimanê efendiyan’ dibîne ji holê rakin. Em wekî Baroya Wanê gihiştine vê armancê û jiber vê jî em kêfweşin.
‘Xwebaweriya xwendekaran pêk hatiye’
Hiquqnas û mamosteyê zimanê Kurdî Sabir Ebdulahizad ku li baroyê dersên ziman ew dide, derbarê xebatê de dibêje, rewşa ku niha em têde rewşeke pir başe. Dîyare ku asta duyem destpêkir. Ev demeke em asta duyem dibînin. Asta duyem de xwe bawerî xwandekaran de çêbûye ku Kurdî têra hiqûqê dike, têra zanistên din jî dike. Bi taybet armanca me ewe ku di parêzeran de bawerîyeke wiha çêbe. Lewra jî em naha di pêngava yekem de gîhîştine vê armancê dîyare ku hejmara xwendekaran hinekî kêm bûye. Dîyare ku gelek ji wan dixebitin karen wan heye carnan hejmar dikeve. Lê yê ku mayî piranî ewin. Yên ku bawerîyeke pir xurt edî bi zimanê xwe peyda kirine bi wêjeya hûqûqê, lîteratûra hûqûqê peyda kirine û dikarin di çarçoveya zimanê Kurdî de nêrînên xwe binînin ziman ev in.
‘Em dixwazin li ser zimanê Kurdî pêşkevin’
Yek ji xwendekarên qursê Veysî Atay, jî dibêje, “Gotin em ser hiqûq û zimanê Kurdî perwerdehî bikin. Kesên ku bixwaze, pêşkeve û li ser zimanê Kurdî û hiqûqê pêşkeve, li ser zimanê xwe kar bîne ji ber wê yekî biryar dan û em jî hatin.”
Atay di berdewamiyê de wiha got, “Dû ast hebûn. Asta yekemîn me hilda û xelas bû. Destpêk bû û li ser axaftin û nivîsê pêk hat. Asta dûyemîn gavek pêşta diçe û li ser zimanê Kurdî û nivîsa vî axaftina wî didome. Xêncî wê li ser hiqûqa Kurdî li ser ferhengê û li ser zimanê Kurdî û pêşketina wê xebat dikin û em jî parêzerin; li ser vî karî bikaribin û ser zimanê Kurdî bikaribin kesekî biparêzin, xespêren xwe biparêzin û mafê xwe bizanbin ku ser zimanên xwe bînin ziman. Mafê xwe, azadîya xwe, karê xwe li ser zimanê xwe li ser zimanê zikmakî bînin ziman. Ji bo vê yekî em ketin vê xebatê. Hinga me dest vê dersê kirîye; axaftin, nivîs û xwandin. Ez bawerim pir pêşve çûye. Xwebawerîya me pir pêşve çûye. Ji bo vê yekî em pir keyfxwaşin û bawerim yê xweştir be.”
(lg)