Çend sal berê yekî ji malbata Palewî (Şêx Seîd) hevpeyvînek dabû rojnameyeke kevn a bi tirkî; bi rastî hevpeyivîn xwedan tamek ecêb bû, çimkî ew tevlihevbûna du cîhanên ku nedikaribûn berevajiyê hev bin bû.
Di warê dema xwe de jî li rastê nîqaşên gur ên navxweyî ên li ser rola kurdan ya di ‘jenosîda ermeniyan’ de ji hat. Ev nîqaş, div ê mijarê de bûbûn sedem ku hin siyasetmedarên Kurdan bi avayeke maqul lêborînê bixwazin.
Wê demê rûyê du tiştan ve dên û bala min kişand wê hevpeyivînê: Yekem, ez di zarokatiya xwe de carekî rastî Evdullîlah Firat hatim, ya duduyan jî bi peyveke ku min di zarokatiya xwe de gelek caran bihîstibû ve girêdayî bû. Firat îdia dikir ku gelekî eşîrên kurdên herêma Serhedê bi eslê xwe ji Ermenîstanê an jî ji Rewanê/Yêrêvanê ne. Rojname, niha ez bim ‘Zaman’ bû, bi wê sohbeta klasîk a “berê ya me bû” bi rêya îfadeyên A. Firat gef li Ermeniyan dixwar. Îcar çiqas ecêb bû “em” li vir vî carî “kurd” bûn. De, vê çaxê sifra “kardeşlixê” hatibû danîn, hema dilê kê bixwesta lê çok dida. Hinek ji yên me jî xwe berê ser dabûn, ên mabûn jî hemû li dora xwe digeriyan.
Gelo ev rast e, tişteke wusa hebû ye? Zanê û nezanê me li qadê diqêrin, qaşo pir êl û êşîrên kurd ên serhedî ji Rewanê ne?
Dema ez zarok bûm, min gelek caran ji mezinan bihîst ku em ji Rewanê hatine. Rewan, ku navê kurdî yê Yêrêvan ye, hevdem paytexta Ermenîstanê, berê ne tenê navê vî bajêrî bûye, kêmûzêde ji erdê Komara Ermenîstanê bi taybetî jî ji deşta derdora Yêrêvanê re hatiye gotin. Gelek nasên min, belê ne giştikan, digotin ku ji Rewanê koç bûne. Cîhana ku ez tê de mezin bûm, dema ku ez niha lê difikirim, hemî hêmanên mezinbûnê ji bo mirovekî hebûn, ji efsaneyên afirandinê bigire heya rehên malbatê, hemî bi rengekî ji me re peyda bûn, bêyî ku em serî li pirtûkan an jî medyayê bidin. Bersiva hemû pirsên me hebû û dema me xwest em bizanin em kî ne, ji hinekên me re digotin: “Lawo, em ji eşîreke filanûbêlan in û ji Rewanê ne.” Rewan parçeyek ji vê dinyayê bû û dîsa jî pir caran ev Rewan bi berfirehî nedihat ravekirin, lê her du alî jî bi gelemperî ji behsê razî bûn; ji ber ku rihspiyan karibûn di derheqê eslê me de agahdarî bidin, û ji ber ku em pir caran ji bo pirsek wusa girîng dihatin xelatkirin. Weke ku tê zanîn dê û bav her gav şa û kêfxweş dibin dema zarok bi eslê xwe û malbata xwe re eleqedar dibin. Di rewşa me de, em li yek xalek rastî 10 eşîr û 20 qebîlên eşîran hatin û me hemûyan xwest ku em fam bikin ka ew çi ne û di rêza yekem de çawa ji hev cûda ne.
Paşê, wext hat ez pê ketim şikê û fikirîm ku carek din ev bûyera Rewanê pirsgirêkeke dîroka devkî ye. Tê zanîn ku mesela malbata min bi eslê xwe ji gundekî navbera Zarûşadê û Dîgorê ber bi başûr ve hatiye. Dibe ku ew di dema aloziya şerên Rûs-Osmanî yên li Kafkasyayê de ber bi başûr ve reviya bin. Dapîra min her dem ji me re çîrokên tirsnak di derbarê reva ji ber rûsan re digotin, ên ku wê wekî dêwên cinawir nîşan didan. Lê piştre ez rastî çavkanîyan hatim ku diyar dikirin, rûsan nedixwestin kurdên li wê herêmê derbixin. Tê gotin ku wan dixwestin kurdan li dijî tirkan bikişînin terefê xwe. Çawa ku di dîrokê de pir caran tê xuyan, carinan jî fambariya xeletî riya wê ronî dike. Va ye: Kurdan gerekê wisa hizir kiribin ku rûs hatine bi kom mislimanan bikujin, lewra piraniya wan bêyî ku li paş xwe binêrin reviyan başûrê Mûşê, Erziromê, Bidlîse û Wanê. Jixwe di pir kilamên dengbêjan de yên di derheqê şerên li dijî rûsan de ev wisa tê saloxandin. Axirê ev revîn bi hîskirina azad derbas nebûye, di vê revê de êş û elemên ku wan kişandine nayên hesibandin.
Ka em dîsa vegerin ser mijara xwe. Bi her awayî, wek kurdekî ji nifşa min, tu pir zû hîn dibûyî ku wê demê Yêrêvan an jî Rewan çi ye, ji ber ku em jî çend caran li çiyayan sateen piştî nîvro de li Radyoya Êrîvanê rawestiyan.
Bê guman, ev yekbûna meya biyografîk a qederê ye. Demek dirêj derbas nebû ku em hîn bûn, Rewan bi rastî Yêrêvan, paytexta Ermenîstanê ye û ne li Zarûşadê ye, dewêra ku malbata min jê hatiye û bi îspatkerî ku ew berê demeke dirêj ji Îdirê an jî Agiriyê koçber bûne û jixwe li wan cîhan hîn ji navê êşîra me belav e. Îcar ev ne tenê ji bo êşîra me derbasdar bû. Nasên me ji Kaxizmanê revîbûn û wan jî digotin ku ew jî ji Rewanê ne. Li gor dîroka devkî kêmûzêde nîvê malbatên gundên derdorê, tebeqa maciran, ji Rewanê bûn. Îcar Rewan li ku ye, Kaxizman li ku ye, vana çawa dikarin bên cem hev? Gelo belkî Rewaneke din hebû, Rewaneke ku em hîn pê nizanin, cihekî mîstîk? Ev der jî cihê ku ew kes jê hatin sirgûnkirin bû? Dibe ku ew herêma şikakiyan bû ku jê re Rewend jî tê gotin? Rewan, Rewendland, bi kurdî tê wateya erdê koçeran? Rast e, gelek ji van ceribandî bûn, lê hindik têrker bûn. Tê famkirin, eger ku ev hemû mirov bi rastî ji Rewanê hatibûnan, diviyabû 150 sal berê Yêrêvan bibûya metropoleke mezin, ku ne wisa bû. Wê demê çi bû? Bersiv ev e: Mebesta vê qiseta Rewan xanedaneke bi şêwazê tirko-faris e. Gava ku yên me behsa Rewanê dikin, ew behs ne ya bajarê Yêrêvanê ye, ew a Xanatîya Rewanê, an jî bi farisî Xanat-e Îrîvan e. Belê gava hin eşîrên kurdên herêma Serhedê îdia dikin ku bi eslê xwe ji Rewanê ne, bi rastî tê wateya ku ew ji welatê vê xanatiya berê ne, ne ji bajarê Yêrêvanê.
Bi farisiya xwe Xanat-e Îrîvan an jî Çokursa’d, di dema aloziya paşketina Sefewiyan de hatiye damezrandin. Di wê demê de piraniya Ermenîstanê, Nexçewanê û beşek ji Qersê û Îdirê, du parêzgehên îroyîn ên kurdan li Tirkiyê, girêdayî Împaratoriya Sefewî bûn. Piştî rûxandina Sefewiyan, Osmaniyan êrîşî derdora Yêrêvanê dikin û karîbûn demeke kin wê bixin bin destên xwe, heya ew ji aliyê Nadir Şah ve ji nû ve bê dagirkirin. Tê zanîn ku desthilatdariya xanedana Efşariyan û Nadir Şah demeke kurt bû. Piştî mirina wî, împaratorî di nav gelek dewletên biçûk yên bindest, bi taybetî li Kurdistanê, Ermenîstan, Transkafkasya û Azerbaycanê hate dabeşkirin. Di nav wan de hinên xweser jî hene, yên ku bi zor ji desthilatên hukûmetek parêzgehî derbas dibin jî hene. Bi rastî Xanat-e Îrîvan di nav yên xweser de bû û ji sala 1747 heta 1828 di bin sîwana Xanên Zend û Qacar de hebûna xwe berdewam kir. Her çiqas di vê xanatê de desthilatdarî di destê Qacarên azerî de be jî, tê zanîn ku hinek eşîrên kurdan jî roleke girîng tê de lîstine. Herçend piraniya eşîrên kurd ên Xanata Rewanê wê demê koçer bûn jî, lê tê zanîn ew li ser xeta sînorê Îran-Tirkiyê ya niha diçûn û dihatin. Dibe ku ji sedî 20 nifûsa xanatê re teqrîben ji wan pêk hatibûye. Lê dema ku mijar tê ser kurdan, em pê dizanin ku wê gavê daneyên demografîk û hilbijartina çavkaniyê çiqas alîgir in. Her çiqas piraniya kurdên Xanata Rewanê misilmanên sûnî bin jî, lê di çavkaniyan de derbas dibe ku êzîdî jî wê demê li Xanatana Rewanê dijiyan. Tevî hemû aloziyên navxweyî û şerên navxwe û derve yên ser text ku li Rewanê xuya dibûn, xanedanê heta sala 1827an hebûna xwe domand û di dawiyê de, di çarçoveya peymana aştiyê ya ku li navbera Rûsyaya Çaritî û Îranê de, di 10ê Reşemî 1827an de hat îmzekirin, ket destê Rûsyayê. Û bû parçeyek dewlata Rûsya ye.
Her çend ev xanat pir dirêj nejiya be jî, xuya ye ku xwediyê xweseriyek berbiçav û carinan jî serbixweyek defakto bûye. Bi taybetî di vê serdemê de, ya ku di dîroknivîsiya Azerbaycanê de wekî serdema xanetiyan tê hesibandin, ka em vê jî bi bîr bînin, di nava van xanetiyên azerî de yên bi esilkurd jî hene, wek xanên Serab, Makû û Tebrîzê (ji ber ku eşîr û êlên ku serweriya van xanetiyan kirine, ango Dumbûlî û Şeqaqî hwd., bi eslê xwe kurd in. Niha li wan mintiqan bi piranî azerî diaxivin). Belê xanetiya Rewan ji aliyê arîstokratên Azerbaycanê ve hatiye birêvebirin. Qasê ku tê zanîn rêvebirên li Rewanê ji silala Qeçeran bûne. Xanetî, bi azerî xanlıq, şiklê rêvebiriyek siyasî û leşkerî ya cîhana tirko-moxolan e. Rêvebirin wan teşkîlatên sîyasî yên dîrokî xanekî ye, yê ku ji alîyê arîstokratên leşkerî û îdarî ve tê dorpêçkirin.
Dîsa bi rastî jî şopên ku vê xanetiyê di mêjîyê kolektîf ê eşîrên kurdê serhedê de hiştiye, heya piştî wendabûna xwe di pelên dîrokê de gelek, nikarin wusa bi derbekî werin paşguhkirin. Rêwan bûye mijara stran, serpêhatiyan û çîrokan. Îro jî li herêma Serhedê gelek kes hene ku dibêjin bi eslê xwe ji Rewanê ne, bêyî ku bizanibin Rewan çi ye û li ku ye. Ev hinek jî diyardeya xaltan a kurdên êzidî tîne bîra min. Piraniya eşîrên êzîdî ên ku 150 salî berê li mîrgeha xaltan jiyabûne hîn dibêjin ku ew ji welatê xaltan hatine, li her çar koşeyan, heya li Şengal û Şêxan e.
Bê şik di bingeha vê efsaneya domdar a dîroka meya herêmî de tiştek rastî heye, ji ber ku êşîrên Brûkî, Redkî, Dilxêrî, Xelîkanî hwd., têra çavkanîyên bi vî rengî hene ku behsa eşîrên kurdan ên li waliyê erezî dikin. Lê belê divê mirov hay jê hebe ku Rewana dîroka devkî û bajarê Rewanê îroyîn (Yêrêvanê) ne yek in. Rewana dîroka me ya devkî navê dewleteke vazal e, ku di sedsala 19an de hebûye û tê de xuya ye ku hinek eşîrên kurdan xwedî otonomiyeke mezin bûne û ew hebandine û di dîroka xwe de erê dikin.
Divê cîranên me yên Azerbaycanî bila aciz nebin, wek tê zanîn, ew yekser li ser tevahiya dîroka misilmanên Transkafkasyayê rûdinên, qet efû nakin, lê ev Xanetiya Rewanê di nav kurdan de wisa tê pejirandin, kî dizane ku çi jê derkeve. Belkî wan li wir roleke serekî lîstiye, û ez difikirim ku ev mijarek hêjayî lêkolînê ye.
Rahmet Yelken
Raman û fikrên di vê gotarê de hatine diyarkirin, aydê nivîskarî ne, dibe ku ne li gor polîtîkaya weşanê ya edîtoryaya Serhat Newsê be
Gelek spas ji bo kekê Rahmet Yelken ku, di vê gotara “Rewan, Rewan … de dibêje, Îro jî li herêma Serhedê gelek kes hene ku dibêjin bi eslê xwe ji Rewanê ne, bêyî ku bizanibin Rewan çi ye ûli ku ye. Ev hinek jî diyardeya xaltan a kurdên êzidî tîne bîra min. Piraniya eşîrên êzîdî ên ku 150 salî berê li mîrgeha xaltan jiyabûne hîn dibêjin ku ew ji welatê xaltan hatine, ….”* tamamiya vê hêjaye di virde* bêye xwandin
Silav û rez ji bo we !