Rêya di navbera Artvinê û Erzeromê de ji ber ku kevir ketine ser rê ji çûnûhatinê re hat girtin.
Walîyê Artvinê destnîşan kiriye ku li herêma Tunela Bendava Deriner li ser rêya Artvin û Erzeromê ji ber ku kevir ketinê xwarê û van keviran zirar daye rê, ji çûn hatinê re hatiye girtin. Herwiha Walî diyar kiriye ku her sal bûyerê bi vî awayî çêdibin, lê îsal ji ber berfa zêde herîfîna axê û ketina keviran zêdetir bûye.
Li gor daxuyaniya Waliyê Artvinê ji bo vekirina rê tîmên berpirs hatine agahdarkirin û piştî tespîtkirina zerarê dê dest bi paqijkirin û çêkirina rê bê kirin. Herwiha hişyarî hatiye dayîn ku heta demekê welatiyên dixwazin biçin Erzeromê rêyeke din bikarbînin. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)