Doza 15 jê girtî 18 rojnamevanan, sibê dê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.
Yekemîn danişîna doza 18 rojnamevanan ku 15 jê girtînê, piştî 13 mehan, sibê dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. Çav li rêye ku hejmarek zêde saziyên navnetewî û netewî jî doza rojnamevanan bişopîne.
Rojnamevan di sala 2022’an de hatibûn girtin
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8’ê Hezîrana 2022’yan de 20 jê rojnameger 22 kes hatin desteserkirin. Ji kesên hatin desteserkirin, 16 rojnamevan di 16’ê Hezîranê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Mudura Karên Nivîsê ya Jinnewsê Safiye Alagaş ku dosyeya wê ji ya dozê hat veqetandin, meha borî di danişîna ewil de hat berdan. (MA)
Serhat News