Cîgirê Serokê RTUKê Îbrahîm Ûslû telefonî kanalan kiriye û ji wan re gotiye, ger ew stranê biweşînin wê bi cezayên giran werin cezakirin. Ûslûyî her weha heman hişyarî “ji bo hemû stranên li dijî nirxên netewî û manewî” kiriye.
Rêveberiya Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyan (RTUK) yek bi yek telefonî kanalên televizyonê kiriye û ji bo strana Sezen Aksûyê ya bi navê “Jîn tiştekî şahane ye” hişyarî daye wan û xwestiye stranê neweşînin.
Li gorî nûçeya Huseyîn Şîmşekî ya di rojnameya Birgunê de hatiye weşandin, RTUK ji bo vê strana Sezen Aksûyê ya ku di çend rojên dawiyê de bûye hedef, telefonî kanalên televizyonê kiriye. Ji ber gotinên stranê yên “Silavan li Hawa û Ademê nezan bikin” Sezen Aksû bûbû hedef.
Cîgirê Serokê RTUKê Îbrahîm Ûslû telefonî kanalan kiriye û ji wan re gotiye, ger ew stranê biweşînin wê bi cezayên giran werin cezakirin. Ûslûyî her weha heman hişyarî “ji bo hemû stranên li dijî nirxên netewî û manewî” kiriye.
Ûslû bi Birgunê re axiviye û îdia kiriye ku “Ji bo ziyan negihêje kanalan” wî telefonî wan kiriye.
Çi bûbû?
Sezen Aksûyê di sala 2017an de strana bi navê “Jîn tiştekî şahane ye” weşandibû. Di vê stranê de dibêje, “Silavan li Hawa û Ademê nezan bikin…” ji ber vê gotinê kesên nêzîkî hikûmetê li ser hesabên medyaya civakî Sezen Aksû kiribûn hedef. Parêzerekî bi navê Mîkaîl Yilmaz û komeke bi wî re giliyê Aksûyê li bal Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê kiribû. Wan îdia kiribû ku “heqaretê li nirxên olî dike û tehrîk dike an jî biçûk dixe.” Komeke nêzîkî hikûmetê jî çûbû li ber mala Aksûyê ew protesto kiribû. Serokê Giştî yê MHPyê, Devlet Bahçeliyî jî di civîna koma partiya xwe de Aksû kiribû hedef.
Jêder : BİANET,
(A-A)