1. Haberler
  2. Bi Dîmen
  3. Salvegera damezirandina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dê bê pîrozkirin

Salvegera damezirandina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dê bê pîrozkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Salvegera damezirandina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li Stenbolê wê bi bernameyekê bê pîrozkirin.

Bi minasebeta damerizandina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dê li avahiya weqfê ya li Taksîma Stenbolê bernameyek bê lidarxistin.

Bername bi tevlibûna Civaknas û Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî, Serokê Lijneya Rêveberiya Weqfê Îbrahîm Gurbuz , endamên lijneya rêveberiyê, dost û dildarên weqfê, wê 7’ê Çile saet di 15.00’an de bê lidarxistin.

Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî li ser navê wî di sala 2011’an de li Stenbolê hate avakirin. Piştre şaxekî weqfê di sala 2014’an de li Amedê hate vekirin.

Weqfa Îsmaîl Beşîkçi

Civaknas Dr. Îsmaîl Beşîkcî temenê xwe li ser xebatên Kurdî,  bi awayek azad vegotina fikarên rexneyî û ji bo parastina azadiyên akademîk feda kiriye. Ev weqf, bi armanca vejandina têkoşîna wî, xebatên wî û rêbaza wî ya zanyarî hatiye avakirin.

Koleksîyona şexsî ya Beşîkçî jî di nav de 12 hezar pirtûk, 800 kovarên cuda û arşîva ku nêzî 3 hezar hejmarî ku ji 97 rojnameyên cuda pêk tên, bi navê pirtûkxaneya lêkolînê ya WÎB’ê ji xwînerên xwe re hatiye vekirin.

Di bin sêwana weqfê de heta niha hejmarek zêde panel, semîner, civîn, kargeh û akademîyan hatine lidarxisitn. Her wiha di sala 2013an de yekemîn konferansa xebatên Kurdî yên navneteweyî jî di bin banê weqfê de birêve çû.

Li gel hemû berhemên Beşîkciyî weqf gelek berhemên qada xebatên Kurdî digihîne xwînerên xwe û ji 2017’an vir ve bi heman kesan û lijneya xwe ya weşanê kovara ”Kürt  Tarihi-Dîroka Kurdan” derdixe. (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Salvegera damezirandina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dê bê pîrozkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *